BI DÎMEN

Li Berlînê di salvegera 33'emîn a Komkujiya Sêwasê de çalakiya bîranînê

Li Berlînê di savlegera 33'emîn a Komkujiya Sêwasê de çalakiya bîranînê hate lidarxistin û işaret bi girîngiya rûbirûbûna bi komkujiyan, têkoşîna edaletê û xurtkirina hişê civakî hate kirin.

Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Otela Madimakê ya Sêwasê di dema Şahiyên Pîr Sûltan Abdal de agir bi otelê hate xistin û di encamê de 33 rewşenbîr, hunermend, nivîskar û 2 kedkarên otelê hatin qetilkirin. Qurbanî di salvegera 33'emîn de li Berlînê hatin bîranîn.

Bîranîn li Komela Kurdistanê pêk hat û bi pêşengiya Dergaha Dayika Fatma ji aliyê Melcîsa FEDA ya Berlînê ve hate pêkanîn. Her wiha Meclîsa Jinan a Dest-Dan a Berlînê, Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê û NAV-DEM Berlînê piştgirî dan çalakiya bîranînê.

Çalakiyê bi gulbang û çiraxê destpê kir ku Pîr Alî Koçak pêşengî jê re kir. Piştre jî li ser Komkujiya Sêwasê sînevîzyonek hate nîşandan.

Di çarçoveya bernameya bîranînê de panelek hate lidarxistin û Serokê Meclîsa NAV-DEM Berlînê Zafer Karakaya, parlamentera berê Fatma Kûtûlan û Berdevka Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk Songul Morsumbul weke axaftan beşdar bûn.

Di panelê de rûbirûbûna bi Komkujiya Sêwasê, têkoşîna edaletê û bandora tundiya faşîst a heta vê serdemê hatin nirxandin.

Morsumbul bal kişand ser girîngiya parastina hişê civakî û got, "Ji bo careke din êş rû nedin, em têkoşîna rûbirûbûneke rasteqîn, edalet û heqîqetê dimeşînin."

Çalakî piştî beşa pirs û bersivan bi pêşkêşkirina aşûreyê bi dawî bû.