'Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da'
Şervanê Ereb Delîl Şedadê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Zîlan bi çalakiya xwe hêza jin a azad nîşanî tevahiya cîhanê da.
Şervanê Ereb Delîl Şedadê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Zîlan bi çalakiya xwe hêza jin a azad nîşanî tevahiya cîhanê da.
Fedaîtî li Kurdistanê weke çandeke qedîm tê pênasekirin. Ji ber vê jî di her dema ji êrişên giran ên li ser gelê Kurd de mêr û jin ên ciwan ên Kurdistanê li dijî dijmin bi wêrekî şer dikin. Mîrateya Rindêxan a ku ji bo nekeve destê dijmin xwe ji ser tehtan avêt û gelek jinên Kurd digihêje heta bi Bêrîtan û Zîlanan.
Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku sala 1996'an li dijî dewleta Tirk bi rêbaza fedaîtiyê çalakî lidar xist, bi çalakiya xwe xeta azadiyê ya gerîlayên Apoyî nîşan da. Xeta wê li ser pîvana teslîmnebûnê û bilindkirina têkoşînê ava bû. Şervanên Apoyî li ser vê xetê li dijî her cûre êrişan bi fedaîtî şer dikin û li ber xwe didin.
Gerîlayê Ereb Delîl Şedadê di salvegera şehadetê de şehîd Zîlaln bi bîr anî û got, "Li gel ku sih sal di ser çalakiya wê re derbas bû xeta hevrê Zîlan hîn jî dewam dike. Weke şervanekî Ereb min ji nirxandinên Rêber Apo hevrê Zîlan nas kir. Ji ber vê jî dixwazim xwe li ser vê xetê bi pêş ve bibim û kûrtir bikim. Hevrê Zîlan dema ku çalakiya xwe ya mezin lidar xist, hêza jinê ya azad ji cîhanê re ispat kir.
Hevala Zîlan li hemberî sîstema kapîtalîst jineke nû afirand; xeta fedaîtiyê bi kesayetiya xwe ya mezin re şênber kir û hevrê hemû îro li ser vê xetê dimeşin. Rêber Apo di nirxandinên xwe de dibêje, 'Zîlan fermandara min e'. Her wiha li ser kesayetiya hevala Zîlan gelek nirxandin kir.
Ez jî dixwazim kesayetiya xwe li ser vê xetê ava bikim. Her kesên ku xwe li ser xeta Zîlan kûr dike heta dawiyê dikare têkoşînê dewam bike. Zor û zehmetî çi dibe bila bibe, li hemberî van zehmetiyan dikare li ser piyan bimîne û xwe kûr bike. Ji ber ku asta ku hevrê Zîlan gihîşte wê, pêwîstiya xwe bi têkoşîneke bêhempa heye. Li ser vê bingehê soza bilindkirina têkoşîna azadiyê didim hevrêyên şehîd hemûyan."