Yekîtiya Ragihandina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) bi wesîleya salvegera 6'emîn a damezrandina xwe daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di salvegera 6‘emîn a damezirandina Yekitiya Ragihandinê Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) de, em bi serfirazî xebat û têkoşîn rojnamevanên jin a di rêya parastina heqîqetê de meşandine, bi bîr tînin. Em bi rola jinan di avakirina çapemeniyeke azad, pîşeyî û demokratîk de bawer in ku hêviyên civakan ên azadî, edalet û wekheviyê nîşan dide.
Ev bone li gel arîşeyên zêde yên li pêşberî rojnamevanên jin li herêma Rojhilata Navîn derdikevin, hatiye. Hîna jin di qada çapemeniyê de rû bi rûyî hemû cûyên astengkirin, binpêkirin û êrişên rasterast ên di dema şopandina şeran de, reşkirin, tundiya dijîtal û cudekariya pêşeyî ne. Zêdetirî vê yekê qeyd û zext li ser azadiya derbirînê û karê rojnamegeriyê tên kirin.
Jinên rojnamevan ên li herêmê tevî hemû zehmetiyan, hêza xwe ya şikandina bendan û ragihandina dengê civakên xwe û dozên jinan ji bo raya giştî ya herêmî û navneteweyî îsbat kir.
Li Sûriyeyê rojnamevanên jin li gel binpêkirin û kiryarên komên çekdar ên cuda û artêşa Tirk û DAIŞ‘ê de berdêlên giranbuha dan. Di encama van kiryaran de gelek rojnamevanan di dema şerên domdar de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek hatin girtin, koçberkirin û gef li wan hatin xwarin û rasterast hatin hedefkirin. Ev yek jîngeheke herî xeternak a xebata rojnamegeriyê nîşan dide. Lê tevî van hemûyan jî jinên rojnamevan ên sûriyeyî peyama xwe ya pîşeyî û mirovî pêk anîn û piştrast kirin ku çapemeniya azad yek ji amûrên herî girîng ên parastina mafên mirovan û aşkerakirina rastiyan e.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojnamevanên jin nimûneyek bêhempa ya ragihandina berpirsyar û girêdayî dozên civakê û jinan pêşkêş kirin. Li vir jinên rojnamevan li pêş bûn, berdêl dan, bûyer, guhertin û veguhertinên siyasî, civakî û mirovî ragihand. Di heman demê de çanda diyalogê, pirrengî û jiyana hevebeş xurt kirin.
Em Yekitiya Ragihandina Jin bi taybetî silav û hezkirinên xwe ji jinên rojnamevan ên ku bûyer û geşedanên operasyona entegrasyonê, lihevkirinên siyasî yên piştî peymana 19‘ê Çileyê şopandin, dişînin. Van rojnamevanan tevî mercên zehmet ên xebatê û riskên ewlehî û pîşeyî jî, lê asteke bilind a pîşeyî û pabendîbûnê nîşan dan. Bi berpirsyarî bûyer ragihand û wêneyeke objektîf a guhertinên heyî nîşan dan.
Yekitiya Ragihandinê Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wextekî de ku salvegera damezirandina xwe pîroz dike, soza xwe ya parastina azadiya ragihandinê û mafên rojnamevanên jin û xebata li ser xurtkirina hebûna jinan di saziyên ragihandinê de, peydakirina hawîrdoreke ewle û piştgir ji bo rojnamegerên jin nû dike, da ku bikarin peyama xwe ya pîşeyî dûrî zimanê gefxwarin û cudakariyê pêk bînin.
Em bang li dezgehên ragihandinê, saziyên hiqûqî yên herêmî û naveteweyî dikin ku xebatên parastina jinên rojnamevan zêde bikin, hesab ji binpêkeran bipirsin û mafên jinan mîsoger bikin da ku xwe bigihînin agahiyan û bi awayekî çalak beşdarî avakirina xîtaba ragihandinê bibin.
Bi vê wesîleyê em hemû rojnamevanên jin ên ku di mercên herî zehmet de gotin û pênûsa azad rakirin, silav dikin. Her wiha em hemû kesên ku bawer dikin ku ragihandina jinên azad bingeha avakirina civakeke demokratîk, wekhev û dadperwer e, silav dikin.
Bijî gotina azad… Silav ji hemû rojnamevanên têkoşer ên ji bo heqîqet û aştiyê re."