Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar dixin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Di bernameyê de gelek endam û rêveberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tevlî konferansê bûn. Li konferansê pankartên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên Kurdî û pankarta ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hatin daliqandin.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel li ser mijara di muzakereyê de çareserkirina pirsgirêka zimanê Kurdî axivî.
Tayîp Temel diyar kir ku weke DEM Partî û siyaseta demokratîk her çiqas girîngiyê bidin bikaranîna ziman jî kêmasiyên wan hene û wiha got: “Nabe em ziman paşguh bikin. Di vê mijarê de weke siyasetmedar kêmasiyên me hene. Ji hêla statuyê ve em hê jî bindest in. Gelê Kurd hê jî azadiya xwe bidest nexistiye. Ji bo Kurdan ziman bingeha nasname û hebûnê ye. Weke birêz Ocalan gotiye ‘Xencera tunekirinê li pişta me re ye.’ Divê em qedir û qiymetê ziman zanibin.”
Tayîp Temel bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk û ev nirxandin kir: “PKK di demeke ku çand, huner û zimanê Kurdan tune dihate hesibandin de derket holê. Bi banga 27’ê Sibatê kefenê ku ji Kurdan re hatibû birîn hate çirandin. Divê em li çareseriyeke giştî bigerin ku Kurd li hemû deran bikaribin bi çand û zimanê xwe bijîn. Ji ber vê yekê banga 27’ê Sibatê ne bangeke wiha ye ku gelê Kurd dest ji çand û zimanê xwe berde. Me dest ji çekan berda. Lê me dest ji çand, ziman û têkoşîna xwe bernedaye. Li Îmraliyê zimanê Kurdî meseleya sereke ya Sekreteryaya Îmraliyê ye. Perwerdehiya bi Kurdî ya di hemû astan de niha li Îmraliyê tê nîqaşkirin. Di danûstandaninan de ji ziman bigire heta rêveberiyên herêmî û qeyim mijara danûstandinê ne. Birêz Ocalan dibêje ‘me têkoşîna çekdarî fesix kir lê divê Tirkiye jî dev ji înkarê berde. Dibe niha hemû tiştan di qanûnan de bi cih nekin, lê ez li derve bûma weke prensîbek zarokek ku zimanê xwe nizanibe min ê nehiştibûya, yek zarokek Kurd bêyî zimanê xwe mezin nedibû’. Çima zimanê Kurdî ji hêla siyaset, nivîskariyê ve evqas belengaz maye.”
Piştre jî Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal qala armanca siyaseta demokratîk kir û wiha got: “Netewe-dewlet li ser yekkirinê xwe ava dike û li dijî pirrengiyê ye. Polîtîkaya netew-dewletiyê pir rengiyê di nava xwe de nahewîne ji ber vê yekê di rêveberiyên herêmî de jî pirrengî tune ye. Em dibêjin em ê civaka xwe demokratîk bikin û zimanê xwe biparêzin lê em kêm dimînin. Daxwaza me ew e ku zimanê me bibe xwedî statu. Heke hestiyariya demokrasiya çêbibe wê hevsengî jî di nava her rêveberiya navendî û rêveberiyên xwecihî de çêbibe. Divê qanûn bên guhertin. Mînak ji bilî zimanê Tirkî bi zimanên din perwerdehî nikare bê dîtin. Ji bo ku hevsengî çêbibe divê qanûnên pir zimanî bên çêkirin. Rêveberiyên xwecihî dê ji bo ziman çi bikin? Qada herî zêde kêmasî hene ev e. Ev sed sal in ziman hatiye asîmîlekirin lê bi saya têkoşînê xwe parastiye. Ji bo ku di nava civakê de hestiyariya ziman zêdetir bibe divê rêveberiyên xwecihî navendên bîrê yên ziman û lêkolîn û parastina pir zimanî ava bikin. Serokatiyên daîreyan û muduriyet bên avakirin. Ji bo ku hişmendiya civakî were guhertin divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin.”
Herî dawî Mamosteya Zimanê Kurdî Dîlan Guvenç jî li ser mijara di asta rêveberiyên herêmî de polîtîkayên zimanî ji raborî ber bi siberojê ve axivî û ev tişt anî ziman: “Cerebe û pratîkên rêveberiyên herêmî yên di perwerdehî û pêşvebirina zimanî de çi ne? Tevgera Azadiyê ya Kurd û perspektîfa kronolojîk zimanê dayikê, ceribandina dibistanên azad, pirzimaniya li şaredariyan, di qada çand, huner û wêjeyê de xebatên zimanê Kurdî, di rejîma qeyiman de xespa îradeyê û qirkirina bîra zimanî û çandî, polîtîkayên rêveberiyên xwecihî ya têkildarî ziman ava kir. Divê şaredariyên me ne bi awayekî sembolîk bi awayekî stratejîk nêzî ziman bibin. Divê mamoste bên perwerdekirin, akademî bên vekirin û şaredarî zarokistanan zêde bikin. Divê bi hevkariya saziyên sivîl, siyaset û şaredariyan dibistanên azad bên avakirin. Pergala komunan û civakîkirina xizmetên civakî girîng e. Em dikarin bi dibistanên gerok xizmetê bigihînin gel. Divê saziyên di bin banê şaredariyan de veguherin pir zimanî. Mafê peyzaja zimanî pêwîst e. Divê yekîneyên çanda devkî û arşîva dîjîtal bên çêkirin. Divê xizmetên dîjîtal ên pirzimanî çêbibin. Em dikarin bajarê xwe bi zimanê xwe bi rê ve bibin.”