Piştî ku danê siharê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo girtina hejmareke zêde ya kesên ku destê wan di gendeliyê de heye operasyoneke berfireh dan destpêkirin, hat ragihandin ku hinek ji wan berpirsên payebilind reviyane û ji ber vê yekê hemû dergehên Herêma Kesk yên li Bexdayê hatin girtin.
Ajansa Reutersê li ser devê çavkaniyên ewlehî û qanûnî yên Iraqê ragihand ku hejmareke ji wan berpirsên dihatin lêgerîn, beriya ku hêzên ewlehiyê bigihîjin malên wan, karîbûn birevin. Ev yek bû sedem ku rayedarên hikûmetê tavilê hemû rê û deriyên Herêma Kesk bigirin û operasyoneke berfireh a lêgerînê bidin destpêkirin.
Çavkaniyeke payebilind ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re diyar kir ku ev girtin û binçavkirin piştî lihevhatin û mikurhatinên Alîkarê berê yê Wezareta Neftê ji bo Karûbarên Parvekirinê, Ednan Cumeylî pêk hatine. Cumeylî di daxuyaniyên xwe de tora herî berfireh a berpirsên payebilind ên ku di dosyeyên gendeliyê de cîh digirin eşkere kiribû.
Dadgeha Iraqê jî ragihand ku di çarçoveya bicihanîna van biryaran de, heta niha dest danîne ser zêdetirî 98 milyar dînar, 11 milyon dolar, mîktarek zêde ya zêr û her wiha milk û xaniyên ku aydê vê torê ne.
Danê siharê, di operasyoneke hevbeş a hêzên antî-teror, artêş û Desteya Paqijiyê ya li Bexdayê de, bi dehan berpirsên partiyan, parlamenter û şêwirmend bi tohmeta talankirina malê giştî û gendeliyê hatin binçavkirin û ev operasyon hîn jî berdewam dike.