13’emîn Festîvala Sakîne Cansiz destpê kir: Niha Dema Jinan e

Li bajarê Zurih ê Swîsreyê 13’emîn Festîvala Sakîne Cansiz destpê kir. Festîval ku zêdeyî 20 rêxistinên jinan di organîzasyona wê de cih digrin, peyama “Niha dema jinan e” dide.

13’emîn Festîvala Sakîne Cansiz ku ji bo bîranîna  yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, bi awayekî kevneşop tê lidarxistin, li bajarê Zurih ê Swîsreyê destpê kir. Festîval bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û piştgiriya zêdeyî 20 rêxistin û înîsiyatifên jinan, bi dirûşmeya “Niha Dema Jinan e” li qada Kaserneareal a Zurîhê tê lidarxistin.

Qada festîvalê bi posterên Rêber Apo û şoreşgerên ku di Têkoşîna Azadiyê de şehîd bûne, hate xemilandin û li qada festîvalê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” deng vedide.

Wekî her sal îsal jî kona dengbêjên jin û standên pirtûkan hatin vekirin û di heman demê de ji bo zarokan qadên lîstinê hatin avakirin. Di qada festîvalê de ku gelek înîsîyatîf û rêxistinên ku têkoşîna jinan dimeşînin anî ba hev, standên agahdarkirinê hatin danîn û balê dikşîne ser paradîgmaya azadîxwaziya jinan a Rêber Apo.

Festîval ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Rêxistinên jinan ku ewil derketin ser dîkê, beşdarên festîvalê silav kirin. Di axaftinên înîsiyatî û saziyên jinan de, îşaret bi girîngiya Têkoşîna Jinên Kurd û Sakîne Cansiz, ji bo têkoşîna jinan a cîhanê hat kirin û banga mezinkirina piştevaniya jin li her qadê hate kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku YPJ’ê bi navê Têkoşîna Azadiya Kurd destkeftiyeke girîng e û hate gotin ku divê li dijî gefên li ser YPJ’ê bi hev re têbikoşin.

‘SAKÎNE TE WATEYA ŞOREŞA DI NAV ŞOREŞÊ DE’

Piştre, li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer axivî. Surer beşdaran silav kir û wiha got, “Ev festîvala jin û kesên ku dizanin têkoşîna jinan j ibo azadiya mirovahî û tevahî civakê ye, ye.

Navê Sakîne Cansiz tê wateya “şoreşa di nav şoreşê de.” Ew her tim gotiye ku şoreşa Kurd di heman demê de wekî şoreşa jinan dibîne. Azadiya jinan, wekî azadiya tevahiya gel nirxandiye.

Ji bo vê yekê têkoşiya, ji bo vê jiyan kir û ji bo vê hat qetilkirin. Sakîne Cansiz bû dîrok û rêya me ronî dike. Lê bi jiyan, têkoşîn û hebûna xwe îro jî di nava me de ye.”

Selma Surer, kampanyaya “Niha Dema Jinan e” a Tevgera Jinên Kurd bi bîr xist û wiha got, “Dema jinan di heman demê de xwedîderketina li mîrateya Sakîne Cansiz e. Ew meşaleya jiyana azad dewrî me kir. Ev agira li dijî baviksalarî, zordarî, mêtingerî, dagirkerî, hilweşîn û kolekirinê ye. Ev festîval, festîvala hemû jinên ku bi navê Sakîne di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane ye. Em bi hezar caran soz didin we; Em ê bîranîna we bidin jiyankirin û derbarî nifşên din bikin. Ev festîvala gelan e; li hev kombûna gelan e.

Dema parastina me ye. Dema rêxistinbûna jinan e. Dema wekheviya rast e. Dema bûyîna xwe ye.

Dema jinan e. Ev dema me ye; têkoşîna me, rêya me û îradeya me ya avakirina jiyaneke hevpar e.

Piştî axaftinan, festîval bi çalakiyên cuda dewam kir û di nava rojê de hunermend Ayfer Duzdaş, Nazê Ezîzî, Eylul Nazlier, Berfîn Demîr, Nûarîn, Koma Stranan a Jinan (Hunera Mizgîn Swîsre) û koma Folklorê ya Swîsreyê, koma reqsê ya xwecihî, Koma Erbane, kona Dengbêj  û Zarok ma derkevin ser dîkê.