Li Marsilyayê şehîdên meha Hezîranê û Kadîr Înanir hatin bibîranîn

Li Marsilyayê şehîdên meha Hezîranê, Şêx Seîd û hevrêyên wî û hunermend Kadîr Înanir ê ku jiyana xwe ji dest da, hatin bibîranîn. Di çalakiyê de peyama Rêber Apo a ji bo Kadîr Înanir hate xwendin.

Li bajarê Marsilya yê Fransayê, şehîdên meha Hezîranê, Şex Seîd û hevrêyên wî yên ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de hatin darvekirin û hunermend Kadîr Înanir ê ku di rojên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da, hatin bibîranîn.

Di bîranînê de peyama Rêber Apo a ji bo Kadîr Înanir hate xwendin.

Di peyamê de Rêber Apo Kadir Înanir wisa bi nav kir, "Hunermendekî mezin e ku dilê gelên Tirkiyeyê de textê xwe danî” û diyar kir ku di qada sînamayê de xwedî cihekî girîng e.

Rêber Apo di peyama xwe de wiha got, “"Ez hunermendê dilovan Kadîr Înanir bi hurmet bi bîr tînim ku di dilê gelên Tirkiyeyê de textê xwe danî. Ew nûnerekî mezin ê xeta hunera sînemayê bû ku Yilmaz Guney û Sirri Sureyya jî di nav de bû. Ew hunermendekî rast ê gel bû. Ji dil ve nirxê estetîk û etîk ên gel bû.”

Di peyamê de îşaret bi rola Kadîr Înanir a di pêvajoya aştiyê de hate kirin û wiha hate gotin, “Yek ji pêşengên aqîl ên bi israr û rasteqîn ê pêvajoya aştiyê bû

e Sirri Sureyya şopdarê pêvajoya aştiyê ya dawî jî bû. Ez di wê baweriyê de me ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a nû bi ser bikeve. Bi vê serketinê re wê ruhê wî şad bibe.”

Peyam bi sersaxiyên ji bo malbat, xizm, dostên û hezkirinên Kadîr Înanir bi dawî bû.

Ji xizm û dostên wî, ji gelê me re sersaxiyê dixwazim, bi hurmet û hezkirinê silav dikim.

Di axaftinên çalakiyê de cih ji bo bîranînn dîrokî jî hate dayîn. Darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî di 29’ê Hezîranê de û çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30’ê Hezîrana 1996’an de hatin bibîrxistin.

Çalakî bi axaftin û bîranînan bi dawî bû.