Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Qada Stasyonê ya Amedê, bi dirûşmeya “Bi Rêbertiyê azad re, ber bi civaka demokratîk” mitîng hate lidarxistin. Tevî Amedê, bi deh hezaran kes ji bajarên derdor jî tevlî mitîngê bûn. Li qadê wêneyên Rêber Apo hatin daleqandin.
Ciwanên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî mitîngê bûn, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Polîsan demeke destûr nedan ciwanên ku pankarta, “Em bi ruhê hevrê Mazlûm, ji bo azadiya Rêbertî li vir in” hilgirtin, bikevin qadê. Piştî gengeşeyê polîs gavê paşde avêtin û ciwan bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan ketin qadê.
Beşdaran di tevahiya mitîngê de dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berzkirin û li ber stranên Kurdî govendê gerandin.
Destpêkê li ser navê komîteya amadekar Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn û Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût axivîn.
Abbas Şahîn kesên ku beşdarî mitîngê bûn silav kir û got: “Em îro ji bo wvna ku tune tê hesibandin li vir in. Ev îrade, îradeya kesên ku jiyaneke hevpar dixwaze ye. Ji bo vê yekê jî em hemû kesî vedixwînin azadiya fizîkî ya Rêber Apo biqîrin û ji bo vivaka cemokratîk rola xwe bilîzin.
Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Rûçem Vefa Elyakût diyar kir ku îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan û gelê Kurd li vir civiyan û wiha got: “Em ji vê qadê heta Girava Îmraliyê silavên xwe yên germ dişînin. Em bi Rêberê Azad jiyaneke azad dixwazin.”
Di dema axaftinan de gelek caran dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Piştî axaftinan peyama ku Rêber Apo ji bo vefata hunermend Kadîr Înanir şand, hate xwendin.