Bi hezaran ji bo azadiya Rêber Apo ber bi mitîngê ve diçin
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ber bi Qada Bagcilarê ve diçin.
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ber bi Qada Bagcilarê ve diçin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li navçeya Bagcilar a Stenbolê “Mitînga Azadiyê” tê lidarxistin. Bi hezaran kes berê ku festîval destpê bike, li pêşiya avahiya DEM Partî ya Bagcilarê li hev civiyan. Girseyê bi dirûşmeyên Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û “Bijî berxwedana zindanan”heta qadê meşiya.
Komeke nîjadperest li ciheke nêz kom bû û xwestin gel provoke bikin. Her wiha komeke din jî bi wesayîtên bi ala Tirk û sirûdên nîjadperest li qadê geriyan. Li ser berteka gel a ber bi qadê ve herikîn, provokasyon vala derketin û ketinên ji bo qadê dewam dikin.
Gel ketin qada ku bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin û bi stranên Kurdî govendê gerandin. Li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bilind bûn û pankarta bi nivîsa "Ji bo azadiya gelê xwe me silavên roje ji we re anî" hatin vekirin. Di heman demê de dowîza bi nivîsa, “Wê ciwan dîwara Îmraliyê hilweşînin, hevrêyên Zîlan wê azadiyê bi dest bixin” hate hilgirtin.
Bi hezaran kes jî li benda kontrolê rawestiyane.
Gelek kes ji Balikesir, Bursa, Yalova, Kocaelî, Tekîrdag û Edirneyê tevlî mitîngê bûn.