Cenazeyê Kadîr Înanir hat veşartin

Cenazeyê hunermend Kadîr Înanir ê ku di 26’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Ulus hate veşartin.

Piştî merasîma bîranînê ya ji bo hunermend Kadîr Înanir li Dîka Muhsîn Ertugrul a Harbiye ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê, li mizgeftekî Beşîktaşê merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Hunermend, şanoger, lîstîkvan, siyasetmedar û gelek hezkirinên Înanir tevlî merasîmê bûn.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglu, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tulay Hatîmogullari, endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan jî tevlî merasîmê bûn.

Piştî nîmêja cenazeyê çûn Goristana Ulus Cenazeyê Înanir piştî duayên li goristanê, hate veşartin.