Mitînga Azadiyê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Qada Bagcilarê hat lidarxistin, dewam dike.
Piştî axaftina Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan, hunermend Tara Mamedova derket ser dîkê. Gel li ber stranan govend gerand.
Piştî konserê, sînevîzyona ku ji beşên axaftinê yên Rêber Apo di demên cuda de pêk dihat, hate pêşandan. Di dema pêşandanê de gelek caran dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
‘ME EWLADEKÎ BEHRA REŞ WINDA KIR’
Piştre Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û destnîşan kir ku ew gelê ku ev qada tijê kirine silav dike û wiha axivî: “Îro em mitîngekê li dar dixin lê li aliyekê ve jî şînek heye. Hevalê me dostê Kurdan Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da. Em soz didin Gelê Behra Reş, gelê Tirkiyeyê ku em ê Komareke Demokratîk ava bikin. Me li çar bajaran Mitîngên Azadiyê li dar xistin. Îro gel nikarê debara xwe bikin sedema wê şer e. Ji bo şer bê rawestandin, girtiyên siyasî werin berdan û li vir bin, ji bo pêvajo bigihijê armanca xwe em li vir in. Me herdem got aştî. Îro ev qad gelek tişt dibêje, ev qad dengê çareseriyê ye. Hûn herdem xwedî li pêvajoye derketin û bi têkoşîna xwe we mesaya aştiyê saz kir.”
‘DIVÊ EV PÊVAJO ÊDÎ NEYÊ DIRÊJKIRIN Û ÇARESERÎ PÊK WERE’
Di berdewamiya axaftina xwe de Tuncer Bakirhan anî ziman ku êdî Tirkiye bi înkarkirina gelê Kurd pêş nakevê û got: “Rêya derketina ji koasê demokrasî ye. Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin demokrasî jî nayê. Divê êdî em dilrast bin û mafê Kurdan, Elewiyan û gelên din bidin. Îro behsa Qanûna Çarçove tê kirin. Divê tu kes neyê tune hesibandin. Herkes tev li qanûnan bibe. Êdî divê pêvajo neyê dirêjkirin û çareserî pêk bê. Qanûna Çarçove navê demokrasiyê ye, Qanûna Çarçove dê rêya demokrasiyê veke. Divê em di derxistina qanûnan de wêrek bin. Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bi salan e têdikoşe. Birêz Abdullah Ocalan dibêje êdî bila tu kes jiyana xwe ji dest nede. Têkoşîna me ji nûve dest pê dike. Ji bo Tirkiyeyeke Demokratîk, fermîkirina zimanê Kurdî em ê bixebitin.
Di dawiyê de Koma Agirê Jiyan derket ser dikê û mitîng bi coş berdewam dike.