Li bajarê Toulouse ya Fransayê ji bo şehîda azadî û fermandar Zeynep Kinaci (Zîlan) û şehîdên meha Hezîranê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Çalakiya bîranînê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û bi sînevîzyona li ser şehîdên meha Hezîranê dewam kir.
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut ku tevlî bîranînê bû, derbarê pêvajoya berdewam dike de nirxandin kir. Zubeyde Zumrut diyar kir ku serketina pêvajoyê bi xwedîderketina ji dil a gelê Kurd re pêkan e û anî ziman ku di çarçoveya ji nû ve avakirinê de, avakirina komunan, vekirina saziyan û girandîdayîna li xebatên ziman û çandê di nava pêwîstiyên bingehîn ên pêvajoyê de cih digrin.
Zubeyde Zumrut anî ziman ku divê her mal wekî komunekî were destgirtin û banga pêşxistina komunbûnê bi têgihiştinekî ku jiyana hevpar di her qadê de esas tê girtin, kir.
Zumrut anî ziman ku azadiya gelê Kurd, ji azadiya Rêber Apo derbas dibe û diyar kir ku divê bi dirûşmeya, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu” li her qadê tevlîbûneke xurt were kirin.