BI DÎMEN

Li Sydneyê şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn

Li bajarê Sydney a Awûstralyayê ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan), şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî Reece Harding (Bagok), Şêx Seîd û hevalên wî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Sydney a Awûstralyayê ji bo şehîdên meha Hezîranê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) merasîma bîranînê hat lidarxistin. Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan), şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî Reece Harding (Bagok), Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn. 

Di bîranînê de sînevîzyona ku li ser jiyana Zeynep Kinaci ya ku di çalakiya fedaî ya sala 1996’an de li Dersimê şehîd bû, hatibû amadekirina hat pêşandan.

Endama Komîsyona Jinan Kwestan Başûrî piştî sînevîzyonê axivî û diyar kir ku çalakiya dîrokî ya Zîlan bandor li ser civakên her çar parçeyên Kurdistanê kir û bi bîr xist ku şehîd Zîlan di rêxistinkirin û vînbûna jinên azad ên Kurd de roleke pêşeng lîst.

Di bîranînê de sînevîzyona ku li ser jiyana şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî Reece Harding (Heval Bagok) ê ku di sala 2015’an şerê li dijî DAÎŞ’ê de li Rojava şehîd bû, hatibû amadekirin hat pêşandan.

Li ser navê rêveberiya DKTM’ê Suleyman Çewlîg axivî û gotinên Şêx Seîd ên li sêdarê kiribû, "Neviyên min wê tola min hilînin" bi bîr xist. Çewlîg diyar kir ku bi hezaran ciwanên Kurd bi pêşengiya PKK’ê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne.

Çewlîg wiha berdewam kir: "Têkoşîna ku girêdayî bîranînên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Zerîfe û Alîşêr gihîştiye heta roja me. Bi saya xwîn û keda bi hezaran şehîdan wekî gel me hebûna xwe da qebûlkirin. Rêya misogerkirina azadiyê ew e ku em ji her demê bêtir li dora Rêber Apo bibin yek."