Şehîd Zîlan li Kobanê û Dirbêsiyê hate bîranîn

Kongra Star li bajarê Kobanê û Dirbêsiyê ji bo bîranîna şehîd Zîlan civîn lidar xistin.

ŞEHÎD ZÎLAN

Ji bo salvegera 30’emîn a şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinacî), Kongra Star îro li bajarên Kobanê û Dirbêsiyê civînên cuda lidar xistin.

Bi dehan endamên rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn ku li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk a Kobanê pêk hat.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre endama Konga Star Bakîra Sincar axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîd Zîlan û rola wê ya di tevgera azadiya jinan de.

Di civînê de her wiha nameya ku şehîd Zîlan beriya çalakiya xwe ya fedayî ya 30’ê Hezîrana 1996’an nivîsandibû, hate xwendin. Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Zîlan hate pêşandan.

Li Dirbêsiyê jî civîn li Navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin. Endama Kongra Star Emanî Ehmed axivî û behsa têkoşîna şehîd Zîlan, taybetmendiyên wê yên pêşengtiyê û rola wê ya di xurtkirina têkoşîna jinan a ji bo azadî û rûmetê de kir.

Emanî her wiha bal kişand ser girîngiya berdewamiya li ser rêya şehîd Zîlan û berdewamiya têkoşînê heta ku jin maf û azadiyên xwe bi dest bixin.

Civîn bi dirûşman bi dawî bû.