Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû
Rêber Apo ji ber koça dawî ya hunermend Kadîr Înanir sersaxî xwest û got, "Ew nûnerekî mezin ê xeta hunera sînemayê bû ku Yilmaz Guney û Sirri Sureyya jî di nav de bû. Ew hunermendekî rast ê gel bû."
Rêber Apo ji ber koça dawî ya hunermend Kadîr Înanir sersaxî xwest û got, "Ew nûnerekî mezin ê xeta hunera sînemayê bû ku Yilmaz Guney û Sirri Sureyya jî di nav de bû. Ew hunermendekî rast ê gel bû."
Peyama sersaxiyê ya Rêber Apo ya ji bo hunermend Kadîr Înanir bi vî rengî ye:
"Ez hunermendê dilovan Kadîr Înanir bi hurmet bi bîr tînim ku di dilê gelên Tirkiyeyê de textê xwe danî.
Ew nûnerekî mezin ê xeta hunera sînemayê bû ku Yilmaz Guney û Sirri Sureyya jî di nav de bû. Ew hunermendekî rast ê gel bû. Ji dil ve nirxê estetîk û etîk ên gel bû. Yek ji pêşengên aqîl ên bi israr û rasteqîn ê pêvajoya aştiyê bû. Weke Sirri Sureyya şopdarê pêvajoya aştiyê ya dawî jî bû. Ez di wê baweriyê de me ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a nû bi ser bikeve. Bi vê serketinê re wê ruhê wî şad bibe.
Ji xizm û dostên wî, ji gelê me re sersaxiyê dixwazim, bi hurmet û hezkirinê silav dikim.
Abdullah Ocalan
Îmrali
27'ê Hezîrana 2026."