Hevserokê Zanîngeha Kobanê û Doktor Eşref Mehmûd ji serdana xwe ya li qada zanîngehên navneteweyî, vegeriya bajarê Kobanê. Piştî gera wan a li zanîngehên Ewropayê yên navdar, gelek hevpeyman û gavên mezin bi xwe re anîn.
Têkildarî wê yekê Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim ji ANF’ê re têkildarî serdana zanîngehên navneteweyî ji ANF’ê re axivî û got, êdî zanîngeha Kobanê gihiştiye asteke navneteweyî.
Şervan wiha dest bi axaftina xwe kir: “25’ê Gulanê Zanîngeha Szczecinê ya Polonyayê, Zanîngeha Kobanê vexwend Konferansa Aborî-Siyasî. Gelek zanîngeh beşdarî wê konferansê bûn, ew konferans qasî sê rojan berdewam kir. Me û Zanîngeha Szczecinê jî beriya salekê me bi hev re peyman îmze kiribû. Li ser wî esasî jî em tevlî konferansê bûn û me li ser xalên nû jî nîqaş kirin ku li peymanê zêde bikin. Yek ji wan xalan jî ew bû ku bi rêya online li Zanîngeha Kobanê zimanê Polonyayê were fêrkirin û li Zanîngeha Polonyayê jî zimanê Kurdî were fêrkirin.”
Şervan Mislim ragihand ku wan gelek hevdîtin bi zanîngehên navdar re pêk anîn û bi wan re sê peyman hatin îmzekirin û got: “Di mijara lêkolînan de, komxebatên hevbeş û pêşketina zimanan de, gavên mezin hatin avêtin. Berê Zanîngeha Kobanê evqasî ne dihat naskirin, lê dema me tecrûbeyên xwe yên bi wan re parve kirin, şaş man ku zanîngehek di nava derfetên herî kêm de bigihije vê astê.
Xwesteka wan naskirina zimanê Kurdî û Sosyolojiyê bû. Ev her du xal ji bo zanîngehên din, cihê nasînê û teşwîqê bû. Pir dixwestin hûrgûliyên zimanê Kurdî nas bikin û li ser teza me sosyolojiyê jî nas bikin. Wan xwest ku li ser van her du xalan rawestin, dê di demên pêşiya me de li zanîngehên naskirî, zimanê Kurdî bê xwendin.”
DI DEMEKE KURT DE ZANÎNGEHA KOBANÊ GIHIŞTIYE ASTA NAVNETEWEYÎ
Di meha pêşiya me de dê zanîngeha Kobanê derbasî Başûrê Kurdistanê jî bibe û dê gavên mezin bên avêtin. Şervan bal kişand ser mijara Entegrasyona Demokratîk ku niha Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe û got, “Di hemû mijaran de me Entegrasyona Demokratîk jî nîqaş dikir.”
Şervan Mislim îşaret bi balkêşiya zanîngeha Kobanê kir û got, “Ji bo wan zanîngehên din Zanîngeha Kobanê gelekî balkêş e û sîstema wê pir mereq dikin. Niha em dikarin bêjin ku Zanîngeha Kobanê gihiştiye asta Navneteweyî.
Eger têbîniyên wan zanîngehan li ser peymanê bê çareserkirin, dê êdî xal bi xal bikeve pratîkê û xwendekarên me dikarin bi rehetî derbasî zanîngehên din jî bibin û dikarin xwendina xwe û asta pêşketina lêkolînê, pêş bixin.”