‘Îro roja nûkirina soza me ya ji bo azadî û rûmeta gelê me ye’

Di merasîma ku Şêx Seîd û hevalên wî hatin bîranîn de, wiha hate gotin, “Îro tenê roja bîranîna şexsiyetên dîrokî nîne; di heman demê de roja nûkirina soza me ya ji bo edalet, azadî û rûmeta gelê me ye.”

Komeleya Şêx Seîd bi wesîleya salvegera 101’an a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Xizmên Şêx Seîd, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Serokê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd, Mehmet Kasim Firat axivî û got, qanûna 1925’an li ser esasê înkarê hatiye danîn. Neviyê Şêx Seîd got, “Şêx Seîd û hevalên wî ev înkar qebûl nekirin. Gotin, ‘Kurd hene’. Vê berxwedanê nîşanî me da ku yekîtiya neteweyî çiqasî girîng e. Ji wê rojê ve ji bo yekîtiya navbera Kurdan, têkoşîn tê meşandin. Ev sîstema ku qanûna 1925’an çêkiriye û cenazeyan jî nade, eger aştiyê dixwaze bila cihê gorên me eşkere bike.

Aştî ji bo her kesê lazim e. Divê em hemû xwedî li aştiyê derbikevin. Divê pêdiviyên aştiyê bên bicihanîn. Eger dewlet bi rabirdûyê re rû bi rû bimîne, wê aştî çêbibe.”

Piştre Rêveberê Komeleya Şêx Seîd Bawer Firat metna daxuyaniyê xwend û got, “Îro tenê roja bîranîna şexsiyetên dîrokî nîne; di heman demê de roja nûkirina soza me ya ji bo edalet, azadî û rûmeta gelê me ye.”