Li dijî Şaredariya Farqînê êrîş: Li dijî komên çetewarî pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin

Şaredariya Farqînê derbarê êrîşa li ser avahiya şaredariya xwe daxuyanî da û diyar kir ku êrîş ne tenê li dijî Şaredariya Farqînê ye, di heman demê de li dijî îradeya demokratîk a gel e jî û ragihand ku derbarê êrîşê de pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.

Şaredariya Farqînê derbarê êrîşa li ser şaredariyê li ber avahiya xizmeta şaredariyê daxuyanî da. Hevşaredar û gelek kesên beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "kes û komên çetewarî” yên ku hewl dan herêma ku rêya îmarê tê de derbas dibe asteng bikin û piştre êrîşî hevşaredar û karmendên şaredariyê kirine, nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş ne tenê li dijî Şaredariya Farqînê ye, di heman demê de li dijî îradeya demokratîk a gel e jî û wiha hat gotin: "Em ê çavên xwe ji kes an komên ku qadên gel ên hevpar dagir dikin, rêyên gel digirin û hewl didin ku xizmetên giştî asteng bikin re negirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş wê rê li ber xizmetên şaredariyê yên ji bo gel negire û wiha berdewam kir:

“Kesekî ku tê gotin pirsgirêkên wî yên derûnî hene beriya niha bi heman rengî êrîşî hevşaredarê me kiribû. Ev jî nîşan dide ku ev bûyer sîstematîk in û hewl didin ku xebatên şaredariya me asteng bikin."

Şaredariyê ragihand ku derbarê êrîşê de pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin û ew ê heta dawiyê şopdarê vê bûyerê bin.