Cenazeyê şervanê QSD'ê Hawar Seydo hat veşartin

Şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Hawar Seydo li Şehîgeha Şehîd Xebat a Dêrikê veşart û diyar kirin ku divê bi rêya berdewamkirina berxwedanê û xebata li ser pêkanîna armancên şehîdan mîrasa şehîdan were parastin.

Şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Hawar Seydo yê ku di 18ˊê Çileyê li Reqayê de şehîd bû, bi merasîmekê li Şehîgeha Şehîd Xebat a Dêrikê veşart.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf axivî û got: "Şehîdên me bi têkoşîn û berxwedana xwe welatê me ava kir, divê me şopandina rêya wan bidomînin û fedakariyên wan ji bîr nekin."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Emîn jî got: "Bi saya fedakarî û xwîna şehîdan, serkeftin garantiya pêşeroja me ye."

Emîn diyar kri ku ji bo parastina nirxên şehîdan û mîrasa wan hemû berpirsiyar in.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.