BI DÎMEN

Bi hesreta gora kurê xwe koç kir

Zekiye Demîr ku li gundê xwe li mala xwe ya ji yek odeyê bi gotina "mirov dest ji xaka xwe bernade" jiyana xwe dewam dikir, koça dawî kir. Li dû Zekiye Demîr hevpeyvîna ku me herî dawî pê re kir, wêneyê li ber mala wê ma.

ZEKIYE DEMÎR

Zekiye Demîr ku di tevahiya jiyana xwe de ji bo aştiyê têkoşiya û bi hêviya dîtina gora kurê xwe yê bi zorê windakirî Tûran Demîr bû, koça dawî kir.

Kurê wê Tûran Demîr sala 1993'an li gundê Şenyayla yê navçeya Pasûr a Amedê piştî ku bi 10 gundiyan hate revandin, hate qetilkirin. Heman şevê gundê malbata Demîr hate şewitandin û sirgûnkirin. Zekiye Demîr ku nekarî xwe li sirgûnê rabigire, li gel demenê xwe yê dirêj jî li Şenyaylayê ji xwe re xaniyekî ji odeyekê lê kir. Bi gotina, "Ez li vê derê yên ku min ji dest dane hîs dikim" dilsoziya xwe ya bi xakê re anî ziman û bi salan li hestiyên kurê xwe pirsî.

Zekiye Demîr ku salên dawî li mala ku bi tena serê xwe bi salan lê dima nexweş ket, beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide me pê re hevdîtin kiribû û gotina xwe ya dawî jî bi vî rengî bû, "Xak xaka me ye, li gel her tiştî jî min nekarîbû dest ji vê derê berdim."

Zekiye Demîr ku li gel temenê xwe jî ne bûyerên bi serê wê ve hatin ji bîr kir, ne jî ji xaka xwe dûr ket, demeke kurt piştî ku sirgûnî bajêr hate kirin li gundê xwe vegeriya û ji xakê xaniyekî biçûk ji xwe re ava kir. Zekiye Demîr ku bi rêya çêlekan debara xwe dikir, li gel zehmetiyan jî li pêşiya mala xwe ya hilweşiyayî jiyaneke nû ava kir.

Zekiye Demîr ku her havînê li vir derbas kir, demeke dirêj bi tena serê xwe li vê malê ma. Hevrêyên wê jî mirîş û çêlekên wê bûn.

'DESTPÊKÊ KOMKUJÎ, PIŞTRE JÎ SIRGÛN'

Zekiye Demîr anî ziman ku wê nekarî xwe li sirgûnê rabigire, lewma vegeriya gundê xwe, ji xwe re malek lê kir. Zekiye Demîr diyar kir ku şewitandina gundê wan, kenê dawî yê kurê wê û dengê çekan ji alqê wê derneket û got, "Destpêkê kurê min kuştin, piştre jî gundê me şewitandin; mala me, heywanên me şewitandin. Em jî li gel vê yekê hatin sirgûnkirin. Li gel kurê min bi dehan mirov qetil kirin. Wê demê kurê min ji Mûşê dihat, dewletê li nava gelî kemîn danî bû. Piştre me dengê çekan û bombeyan bihîst. Beriya wê gelek caran gule li me reşandibû, lê belê em neditirsiyan. Wê şevê destpêkê me fêhm nekir bê çi bû. Lê belê li pey hev me bihîst ku bi dehan mirov hatine binçavkirin û windakirin."

'EZ LI VÊ DERÊ YÊN KU MIN WINDA KIRIYE DIBÎNIM'

Zekiye Demîr got, "Heman şeva ku agahiya kurê min hat, gundê me, bexçeyên me şewitandin. Her tişt bi zorê kirin; wê demê çi zilm hebe li me hate kirin" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Bi salan bi malbatên din re me li aqûbeta windayan pirsîn lê belê ti carî nekarî agahiyê werbigirin. Piştî kurê min me hestî dît; destpêkê birin navendê, piştre jî birin Enqereyê, lê belê dîsa jî em nebûn xwedî gorekê. Bi salan e li gora kurê xwe digerim. Li vê derê dema ku li her çiyê dinerim cîgera min bişewite. Dema ku li ber vî derî rûdinêm zarokên min, mirovên ku me winda kirine hîs dikim. Bi salan e heman tiştî hîs dikim. Li min baş e ku difikirim ku ew li vê derê ne. Ji ber vê yekê ji xaka xwe neçûm."

Zekiye Demîr ragihand ku demeke kurt piştî sirgûnê li gundê xwe vegeriya, maleke biçûk çêkir û got, "Em hîn li bajêr in, lê belê nikarim ji vî gundî dûr bikevim. Timî bêriya vê derê dikim. Piştî ku gundê me hate şewitandin hatim vê derê. Li vê derê li ber mala me ya hate şewitandin min maleke ji odeeykê çêkir. Her biharê têm vê derê, dema ku hewa dicemire diçim. Li vê derê bi tena serê xwe heywanan xwedî dikim. Bajar rehet e lê belê li vê derê nanê me, xaka me heye. Xak ji bo min baştir e. Me ev der carekê terikand, ji niha û pê ve naterikînim. Ji bajêr direvim û têm vê derê. Bi duu çêlekan hewl didim li vê derê bijîm. Extiyar im, lê belê dîsa jî li vir li ber xwe didim."

'EV ZILM DIVÊ BI DAWÎ BIBE'

Zekiye Demîr di hevpeyvîna xwe ya dawî de banga xwe ya edaletê dubare kiribû û gotibû, "Gelekî zilm kirin, hîn jî dikin. Ev çiya bi qereqolan tijî ye. Ewqas mirov mirin, hatin windakirin, lê belê kesî hesab nepirsî. Bila êdî ev zilm biqede."