Emînoglû: Krîza civakî û aborî ciwanan ber bi sûc ve dehf dide
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem Naîm Emîngolû ragihand ku krîza civakî û aborî yek ji sedemên sereke ye ku ciwanan ber bi sûc ve dehf dide.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem Naîm Emîngolû ragihand ku krîza civakî û aborî yek ji sedemên sereke ye ku ciwanan ber bi sûc ve dehf dide.
Tirkiye û Kurdistanê rêjeya sûc zêde dibe. Temenê mirovên dikevin girtîgehan jî kêm dibe. Ji sedî 80 ê girtî û hikumxwarên heyî di navbera 12 û 25 salî de ye. Piraniya ciwanan jî ji ber sûcên çete di girtîgehê de ne.
Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) çend roj berê nexşeya sûc a Tirkiyeyê parve kir. Li gorî lêkolîna ku yekemcar hate weşandin, sûcê herî zêde di nava sala derbasbûyî de hate kirin destdirêjiya ne zayendî bû.
Li gorî daneyên TUIK'ê di nava sala 2025'an de têkildarî 16 milyon û 773 kesî karê edlî hate kirin, bi giştî 22 milyon û 900 hezar sûc li qeydên fermî hate bicihkirin.
NÊZÎ 300 HEZAR CIWAN GIRTÎ NE
Heta Hezîrana 2026'an rêjeya tijîbûnê ya girtîgehên li Tirkiyeyê gihîşt ji sedî 128,5'an. Li gorî demên bihurî rêjeya girtî û hikumxwarên ciwan gelekî zêde bûye.
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê hejmara girtiyên di navbera 12-18 salî de 4 hezar û 973 ye. Hejmara girtiyên di navbera 18-40 salî de 275 hezar û 565 e. Li gorî daneyan, ji girtiyên di navbera 12-18 salî de 4 hezar û 447 jê mêr, 226 jê jin e. Ji girtiyên di navbera 18-40 salî de jî 262 hezar û 211 jê mêr, 13 hezar û 354 jê jin e.
Di nava sûcên herî zêde hatine kirin de "bikaranîna hesabê bankayê" tê. Di vê rêbazê de ku bi giranî li nava ciwanên di navbera 18-25 salî de zêde ye, bikaranîna hesabê xwe yê bankayê ji hinekî din re vedike û di berdêla vê de jî mehane mûçeyekî werdigire.
'KRÎZA ABORÎ Û CIVAKÎ BERÊ CIWANAN DIDE SÛC'
Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem Naîm Emînoglû destnîşan kir ku krîza aborî û civakî yek ji sedemên girîng e ku ciwanan ber bi sûc ve dehf dide. Emînoglû ragihand ku bi taybetî daxwaza ji bo qezençkirina pere ya bi hêsanî zêde bûye û got, "Dema dawî bi zêdebûna krîza aboriyê re, di encama kûrbûna krîza siyasî û civakî de hejmara girtî û hikumxwarên zarok û ciwan ji salên dawî gelekî zêdetir bûye.
Sedema herî şênber a vê yekê ew e ku çetetî û çete weke rêbaza qezençkirina pere ya bi hêsanî tê dîtin û ciwan berê xwe didin vê qadê. Ji ber ku pere her roj bê qîmet dibe û nêzî pênc sal in krîza aboriyê giran dibe, mirovan bi taybetî jî ciwanan ber bi rêyên qezençkirina bi hêsanî ya pereyan ve dehf dide. Ev rewş jî dibe sedem ku mirov hîn zû dejenere bibin û sûc jî weke rewşek ji rêzê bê dîtin."
Naîm Emînoglû diyar kir ku sûcên qumar û narkotîkê jî gelekî zêde bûne û got, "Sedema herî mezin a rûdana van sûcan ew e ku ji ber krîza aboriyê fikar li ser paşerojê heye. Ev rewş dibe sedem ku ciwanên bi sûcên biçûk destpê dikin ber bi çetebûyînê ve dehf dide."
'DIVÊ SOSYALÎST LI DIJÎ DEJENEREBÛNÊ TÊKOŞÎNEKE XURT BIMEŞÎNIN'
Naîm Emînoglû destnîşan kir ku divê pêşî li kûrbûna dejenerebûnê bê girtin û anî ziman ku bi taybetî sosyalîst divê li hemberî dejenerebûnê têkoşîneke xurt bimeşînin. Emînoglû got, "Divê amûrên têkoşîna li dijî dejenerebûnê bêne zêdekirin. Di vir de jî bi dîtina min divê şoreşgerên sosyalîst têkoşîneke hîn bi bandor li hemberî dejenerebûnê bimeşînin."