Zeynep Kinaci û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn
Li gelek bajaran di serî de Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce (Serhildan Leyla), şehîdên meha Hezîranê yên têkoşîna azadiya Kurd hatin bibîranîn.
Li gelek bajaran di serî de Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce (Serhildan Leyla), şehîdên meha Hezîranê yên têkoşîna azadiya Kurd hatin bibîranîn.
AGIRÎ
Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de Sema Yuce ku li girtîgeha Çanakaleyê çalakiya fedayî kir û Zeynep Kinaci ku li Dersimê çalakiya fedayî kir, hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşmeya “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Bîranîn bi sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Zeynep Kinaci û Sema Yuce bi dawî bû.
MÛŞ
Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zeynep Kinaci bi bîr anî. Gelek kes tevlî bîranînê bû û bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Zeynep Kinaci bi dawî bû.
ÎDIR
Li Îdirê Zeynep Kinaci û Sema Yuce, bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li avahiya DEM Partî ya Îdirê hatin bibîranîn. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî axaftinan, sînevîzyon hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.
MÊRDIN
Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li avahiya DEM Partiyê şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka MEBYA-DER’ê Makbule Okmen di bîranînê de axivî û wiha got, “Destkeftiyên ku heta îro hatine bidestxistin, bi saya têkoşîna şehîdan e. Em jî li vir soz didin van ku her tim xwedî li têkoşîna wan derketin.”
Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” û bi xwendina helbestan bi dawî bû.
ÊLIH
Ji pêşengê Tevgera Azadiya Kurd Zîlan û Sema Yuce hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku Sema Yuce û Zîlan sembolên azadiyê ne.
Ji bo salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce, kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, li avahiya DEM Partiyê ya bajarê Agirî ji aliyê MEBYA-DER'ê ve bernameya bîranînê li Navenda Çanda Bahar hat lidarxistin.
Endama MEBYA-DER'ê Guneş Çetinkaya Erdem diyar kir ku Zîlan û Sema Yuce sembolên azadiyê ne û riya wan ronî kirine.
Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Perîhan Begîk jî axivî û da zanîn ku Zîlan û Sema jiyana wan ronî dikim.
Bername bi nîşandana sînevîzyonekê bidawî bû.