BI DÎMEN

Şehîd Zîlan û Zozan Denîz li Parîsê hatin bîranîn

Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê Zîlan (Zeynep Kinaci) û yek ji fermandarên YJA Starê Zozan Denîz (Suphiye Ozen) hatin bîranîn.

Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê bi çalakiya fedaî di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de serdemeke nû da destpêkirin û Zozan Denîz (Suphiye Ozen) a 24'ê Hezîranê ji ber kanserê şehîd bû, li banliyoya Villiers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn.

Bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî ya Villiers-le-Bel hate lidarxistin û li gel endamên Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê bi navê KOMAW'ê Ahmet Kaçan axivî û qala jiyana têkoşînê ya şehîdan kir.

Piştre ji Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) Newal KoçgirÎ qala têkoşîna Zîlan û Zozan kir û bûyerên rojane nirxand.

Koçgirî işaret bi girîngiya xwedîderketina li pêvajoyê kir ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û anî ziman ku divê komîn û rêxistiniya civaka demokratîk bêne xurtkirin.

Di bîranînê de li ser jiyana Zîlan û Zozan Denîz 2 sînevîzyon hatin nîşandan.

Çalakî bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.