Li bajarê Lîmasol ê Qibsirê bi pêşengiya Meclîsa Gel, ji bo ji pêşengên têkoşîna azadiyê şehîd Zeynep Kinaci (Zîlan) û Şehîd Sema Yuce çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Çalakî li salona Navenda Çandê ya Kurd a Thefilosê pêk hat û ji bo şehîdan koşeyek hat amadekirin. Di şexsê Zeynep Kinaci û Sema Yuce de ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin.
Axaftina vekirinê ya bîranînê Hevseroka Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê Rewşen Terbuş kir. Terbuş diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi dayîna berdêlên mezin heta roja îro hatiye û anî ziman ku berpirsyariya bingehîn ya her kesî ye ku xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdan derketin.
Piştre siyasetmedar Kamîl Akalin ku di salên 1994-1995’an de li herêma Çukurovayê bi şehîd Zîlan re xebatê meşandiye, axivî. Akalin qala rojên bi şehîd Zîlan re kir û got ku kesayet û têgihiştina wê ya têkoşînê di her serdemê de têkoşîna azadiyê ronî dike.
Akalin destnîşan kir ku çalakiya fedayî ya Zîlan divê ne tenê wekî çalakiyeke leşkerî, were nirxandin û wiha got, “Heval Zîlan yek ji fedayiyên ku demê pir baş dinirxand. Milîtanek ku komploya mezin a dihat xwestin li ser Rêber Apo bê kirin, di dilê xwe de hîs kir û azadiyê wekî yekane wateya jiyanê didît. Helwesta wê ya fedayî, bû manîfestoya hêviyê. Ji ber vê yekê heval Zîlan ne tenê navekî ye, manîfestoya azadiyê ye. Îradeya ku ew raber kir, îro jî meşa azadiyê ya gelê Kurd ronî dike.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şehîd Zîlan û Sema Yuce hate pêşandan. Piştre hunermend Mazlûm Şîvan, berhemên ku li ser bîranîna şehîd Zîlan hatiye nivîsandin got.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.