BI DÎMEN

Li Kobanê 6’emîn Festîvala Şehîd Zîlan hat lidarxistin

6’emîn Festîvala Şehîd Zîlan, ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye birêxistinkirin, li bajarê Kobaniyê bi beşdariyeke berfireh a gel dest pê kir.

Bi boneya 30’emîn salvegera şehadeta têkoşer Zîlan, Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê îro li Stadyuma Şehîd Bawer Agirî 6’emîn Festîvala Şehîd Zîlan lidar xist.

Şêniyên Kobanyê, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl û saziyên jinan beşdarî festîvalê bûn.

Festîval bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre jî  pêşandanên werzîşî yên wekî bez û bisiklêtsiwariyê ji aliyê jinên ciwan ve hatin pêşandan. 

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kobanê Avaşîn Misto di festîvalê de axivî û got: "Îro, em rêber û têkoşer şehîd Zîlan bi bîr tînin, ku rêya jinên azad ji bo me da nasîn. Bi saya têkoşîna Şehîd Zîlan û hevalên wê, em wek tevgera ciwanan û jinên ciwan me karîbû destkeftiyên mezin bi dest bixin û em di rêya wê ya fedakarî û têkoşîna ji bo azadiya jinan berdewam dikin."

Endama Desteya Jinan a Kobanê, Macida Hesûn got: "Fermandar û têkoşer şehîd Zîlan hêjayî bîranînê ye û divê em li ser şopa wê bimeşin. Di meha Hezîranê de, meha şehîdan, em hemû hevalên xwe yên şehîd, wek Şehîd Yusra, Zehra, Hebûn û Dayika Emîna bi bîr tînin. Em, jinên Rojava, têkoşîna xwe li ser mîrata fedakarîyên Şehîd Zîlan ava dikin û li ser vê rêyê, em têkoşîna xwe ji bo bicihkirina destkeftiyên xwe di destûra bingehîn a Sûriyeyê de didomînin." 

Piştî axaftinan, hunermen Şîrîn Ararat ji Tevgera Hîlal Zerîn, Bêrîvan Botan ji Qamişloyê, Ehlam Ebdî ji Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xudo ya li Kobanê û Hojîn ji Navenda Çandî ya li Dirbêsiyê stranên neteweyî û gelêrî pêşkêş kirin.

Piştre, Koma Şehîd Zîlan ya Govenda Gelêrî dîlanên gelêrî pêşkêş kirin.

Pişte li ser navê Kongra Star Cewahir Mihemed axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: "Em xwediyên rewa yên çand, dîrok û ziman in û bi saya van şehîdan em gihîştine vê rojê."

Di roja duyemîn û dawî ya festîvalê de gelek çakiyên hunerî û folklorîk hatin pêşkêş kirin. Hunermend Meyas û Sumaya stranên pêşkêş kirin. Her wia Koma Govendên Folklorî a Şehîd Hogir, Koma Govendên Folklorîk a Koçeran, Koma Şehîd Zîlan a Şanoya ji Navenda Çand û Hunerê ya li Hesekê, Koma Delîla a Stranan a ji Amûdê û Koma Mirkot ji Dirbêsiyê, stran, şano û dîlan pêşkêş kirin.

Festîval bi pêşbirk û belavkirina xelatan bi dawî bû.