Li Pawe şer: 2 Muxafizên Şoreşê hatin kuştin
Li navçeya Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê şer qewimî, di encama şer de 2 Muxafizên Şoreşê yên Îranê hatin kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê şer qewimî, di encama şer de 2 Muxafizên Şoreşê yên Îranê hatin kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.
Di rojên borî de Muxafizên Şoreşê yên Îranê derdora bajarê Bane bombebaran kir û li Mihabadê operasyona leşkerî dabû despêkirin. Duh bi şev jî li nêzî navçeya Pawe ya li devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê şer qewimî.
Li gor agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, heta saetên dereng ên şevê di navbera komeke çekdar û hêzên Îranê de şer dewam kiriye.
Li gorî nûçeyên medyaya Îranê jî di encama şer de 2 Muxafizên Şoreşê yên bi navên Xalid Xaldînya û Burhan Kirîsanî hatine kuştin û 2 muxafizên din jî bi giranî birîndar bûne.