BI DÎMEN

Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

Johanna Kiso got, dema ku weke dayik ew li hev kom bibin, vediguherin hêzeke welê ku têk naçe.

KARAVANA DAYIKAN

Aktîvîsta Înîsiyatîfa Malbatan a ji bo Aştiyê Johanna Kiso dema naskirina Şoreşa Rojava û Tevgera Azadiyê ya Kurd û armanca çalakiya Karavana Dayikan (Mütterkarawane) ji ANF'ê re nirxand.

Johanna Kiso ku niha li nêzî bajarê Hamburgê dimîne, anî ziman ku 40 salên xwe li Başûrê Elmanyayê, li nêzî Freiburgê derbas kir û got, "Li Freiburgê bi rengekî çalak beşdarî nava Meclîsa Jinan a Freiburgê (Frauenrat) bûm ku di bin sîwana Navenda Civaka Kurd a li Freiburgê de ye. Bûm parçeyek ji tevgera piştevaniyê. Bi wesîleya karên hevpar ên bi gelê Kurd û têkiliya bi gel re min Înîsiyatîfa Malbatan a ji bo Aştiyê (Familien für den Frieden) nas kir û ji bo tevlî karên civakî bibim, bûm endameke vê înîsiyatîfê. Li vir têkildarî rewşa civakî ya li Elmanya û Ewropayê em agahiyê didin mirovan. Ji ber ku sîstema em di nav de ne ji zextê, ji zordariya baviksalariyê û mêtingeriyê azad nîne; berevajî vê yekê bi neheqiyê hatiye avakirin. Hêzên serwer îro qala aştiyê û hevgirtinê nakin, lê qala 'amadebûna ji şer re' dikin. Înîsiyatîfa Malbatan a ji bo Aştiyê ji bo xwegihandina li gelê sivîl û zanekirina civakê zemîneke xurt pêşkêş dike."

'ÇAR CARAN ÇÛM ROJAVA'

Johanna Kiso anî ziman ku beriya bi salan wê Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Dema ku min ew nas kir, ez bûm aşiqê eşqa wan a ji bo azadiyê. Bi vê baweriyê çar caran çûm Rojava. Min têkiliyeke yekser bi gelê li wê derê re danî, bi wan re mam û min hewl da beşdarî avakirina jiyana kolektîf bibim."

Li ser sedema tevlîbûna li çalakiya "Karavana Dayikan" Johanna Kiso got, "Sedemên şênber ên vê yekê hene. Dawiya meha Çileyê ji Rojava vegeriyam. Dema li Rojava bûm min yekser şahidî ji wê êrişkarî û dagirkeriya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re kir. Min bi çavên xwe dît, bê l hemberî gelê Kurd û civaka sivîl a li wê derê komployeke çawa qirêj hate meşandin. Şahidiya ji şerekî welê giran, êşa kûr a gel gelekî bandor li min kir.

Lê belê di heman demê de min dît ku li gel êrişan jî gel çawa bi hêviyê li dora hev civiya ye. Wê kêliyê min ji xwe re got, 'Dema li Ewropayê, li Elmanyayê vegeriyam, ev kar wê nesekine, berevajî wê hîn mezin bibe'. Me ev karavan ji bo xwegihandina li mirovan, parvekirina tecrûbeyên xwe, ji bo axaftin û hevparebûna jiyanê bi rê kir."

'BERXWEDAN JIYAN E'

Weke peyama dawî ya ji bo gelan û raya giştî Johanna Kiso got, "Peyama min zelal e: Berxwedan Jiyan e. Jiyan diyariyek e ku ji me re hatiye dayin. Weke dayikekê min can da zarokên xwe; ew mezin bûn, bûn kesayetên serbixwe ku li ser lingê xwe disekinin û min jî têkoşîna jiyana xwe meşand. Hevgirtina me, komînbûna me di heman demê de bi parastina xweseriya xwe hînbûna tiştên nû ji hev, gelekî bedew e.

Ji ber vê yekê divê em her cûre zehmetî û astengiyên li pêşiya jiyana xwe zanibin, fêhm bikin û li ber xwe bidin. Li hemberî astengiyên li pêşiya xwe divê em nebêjin, 'Ev ji min re gleekî zêde ye, ez xwe nadim ber'. Dema ku kevir li ser rêya me hate danîn, li şûna ku li dora wan bizîvirin divê em sedema danîna wan keviran fêhm bikin, bi wan zehmetiyan re rû bi rû bimînin û ji holê rakin. Ji ber ku dema weke dayik em li hev kom bûn, em vediguherin hêzeke welê ku têk naçe. Ya ku bi vê rêwîtiyê em ê nîşanî tevahiya cîhanê bidin ev e: Em hêzeke hevpar in ku jiyanê û cîhaneke nû diparêzin."