Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye
Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin vê sibehê derbasî Kerkûkê bû.
Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin vê sibehê derbasî Kerkûkê bû.
Serokê Rêxistina Îstîxbarata Mîllî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ku doh gihîşt paytexta Iraq Bexdayê û hin hevdîtin kir, vê sibehê derbasî Kerkûkê bû.
Serokê MÎT'ê li vê derê ji aliyê Waliyê Kerkûkê û Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Mûhammed Seman ve hate pêşwazîkirin.
Balkêş e ku ev serdan piştî tevlîbûna Mûhammed Seman a li Konferansa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê pêk hat. Nayê zanîn bê serdan bi kîjan armancê hatiye kirin. Mûhammed Seman di konferansê de xwestibû ku Kerkûk bibe endamê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê.