Şehîd Zîlan li Stavropolê hat bibîranîn
Li bajarê Stavropolê ya Rûsyayê bi pêşengtiya jinan ji bo bîranîna Şehîd Zîlan çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Stavropolê ya Rûsyayê bi pêşengtiya jinan ji bo bîranîna Şehîd Zîlan çalakiyek hate lidarxistin.
Li du gundên girêdayî navçeya Novoaleksandrovkê ya bajarê Stavropolê, bi pêşengtiya jinan merasîmek ji bo bîranîna Şehîd Zîlan hate lidarxistin.
Di çarçoveya bîranînê de axaftin hatin kirin û rola jina Kurd di têkoşîn û berxwedanê de hate nirxandin. Axaftvanan bal kişandin ser bandora Şehîd Zîlan li ser hişmendî û azadbûna jinan û diyar kirin ku bi xebat û fedakariya jinên berxwedêr ên wek Zîlan, jin gihiştine asteke girîng a rêxistinbûn û têkoşînê.
Di civînê de her wiha li ser wate û girîngiya roja bîranînê axaftin hatin kirin. Nameyên Şehîd Zîlan jî hatin xwendin û bi beşdaran re hatin parvekirin. Di heman demê de, nameyên wê yên ku bi zimanê Rûsî wek pirtûk hatibûn çapkirin, ji bo jinan hatin belavkirin.
Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.