Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Pêla girtin, êşkencekirina girtiyên siyasî, cezayên darvekirinê û sepandina cezayan li ser çalakvan û mamosteyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve her diçe dijwartir dibe.
Pêla girtin, êşkencekirina girtiyên siyasî, cezayên darvekirinê û sepandina cezayan li ser çalakvan û mamosteyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve her diçe dijwartir dibe.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, derbarê girtin, binçavkirin, êşkencekirina welatî û çalakvanan, her wiha cezayên darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve, agahî belavkirin.
DEMA GIRTIYÊ YA GIRTIYÊN SIYASÎ TÊN DIRÊJKIRIN Û ÊŞKENCE DEWAM DIKE
Di 29’ê Hezîrana îsal de, malbatên Îsa Feyzî û Daniyal Rehmanî, piştî derbasbûna sê hefteyan di ser girtina kurên wan re, li zindana Kamyaranê bi wan re hevdîtin pêk anîn. Her du girtiyên siyasî di hevdîtinê de diyar kirine ku di vê pêvajoyê de gelek caran ji zindanê veguhestine girtîgeha Îdareya Îtîlaatê ya Kamyaranê û ji bo girtina îtîrafên bi zorê, rastî êşkenceya fîzîkî û derûnî hatine.
Hate destnîşankirin ku êşkence bûye sedema felcbûna demkî ya destên Îsa Feyzî û Daniyal Rehmanî jî gelek caran rastî êşkenceya fîzîkî hatiye.
Her wiha malbatên van her du girtiyên siyasî serdana Daîreya Dadê ya Kamyaranê kirine û daxwaz kirine ku derbarê êşkencekirina kurên wan de lêkolîn were kirin, lê heta niha tu pêngav ji bo vê mijarê nehatine avêtin.
Îsa Feyzî û Daniyal Rehmanî, li gel Kejal Rehmanî, di 6’ê Hezîrana îsal de piştî êrişa hêzên Wezareta Îtîlaatê bi ser malên wan ya li bajarê Kamyaranê hatibûn binçavkirin. Ev welatî endamên malbatên dadxwazên Kurdistanê ne.
Îsa Feyzî û Daniyal Rehmanî heta niha di hucreyên yek kesî yên zindana Kamyaranê de tên girtin. Her wiha di rojên borî de biryara girtina van her du çalakvanên Kurd hat dirêjkirin, lê ev biryar heta niha bi fermî di zindanê de ji wan re nehatiye ragihandin.
Di liqa sêyem a lêpirsîna Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Kamyaranê de, bi tometa ‘endamtiya di komên dijberên Îranê de’ dosyeyek ji bo wan hatiye vekirin. Ev di demekê de ye ku berê biryara girtina 20 rojan ji bo wan hatibû derxistin.
Heman demê, Daniyal Niyazî yê 18 salî ku xelkê Şîrwanê ya li parêzgeha Xorasana Bakure, ev 5 meh û 17 rojin bi şêwazekî kêfî hatiye binçavkirin û di girtîgeha Şîrwanê de tê girtin. Heta niha çarenûsa wî nediyare û destûr nayê dayîn ku parêzerê wî bikeve nav dosyeyê. Her wiha di bin êşkence û îtîrafên neçarî de tometa ‘dijberiya Xwedê’ xistine stûyê wî û di bin zexta derûnî de ye.
GIRTINA WELATÎ Û ÇALAKVANÊN KURD BERDEWAM DIKE
Di 30’ê Hezîrana îsal de, Seîd Asare ku xelkê Melekşahî û niştecihê bajarokê Îslamî yê ser bi bajarê Mîhran yê ser bi parêzgeha Îlamê ye, ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlata Îranê ve bê biryara dadwer û bi bikaranîna tundiyê hat binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hat veguhestin.
Her wiha hewldanên malbata Seîd Asare yên ji bo agahî girtina li ser çarenûs û rewşa wî, heta niha bêencam mane.
Di du rojên borî de hêzên Îdareya Îtîlata Bokanê bi êrîşkirina ser cihê karê Elî Zulfî, bê biryara dadwer û bi bikaranîna tundiyê binçav kir. Di dema girtina Elî Zulfî yê girtiyekî siyasî yê berê, dest danîne ser otomobîla wî ya taybet jî.
Her wiha ciwanekî Kurd ê xelkê Seqizê bi navê Mîhran Behramî, di encama serdegirtina hêzên Îdareya Îtîlatê bi ser cihê karê wî de, bê biryara dadwerî hat binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hat veguhestin. Di heman rojê de, Mihemed Mihemedî ku ciwanekî din ê xelkê Seqizê ye, piştî ku bangî Îdareya Îtîlata wî bajarî hatibû kirin, hat binçavkirin.
Bangkirina wî di destpêkê de bi mebesta girtina sened û îmzakirina rênivîsekê hatibû ragihandin, lê tevî derbasbûna du rojan di ser serdana wî re çarenûsa wî nayê zanîn û berpirsên girtîgehê bersiva malbata wî nadin.
BERDEWAMIYA ZEXTA DADWERÎ YA ÎRANÊ Û BÊDENGKIRINA GIRTIYAN
Mamosteyekî Kurd ê bi navê Arya Nûranî ku niştecihê parêzgeha Xorasana Bakure û yek ji girtiyên xwepêşandanên vê dawiyê yên gelên Îranê ye, ji aliyê dezgeha dadwerî ya Îranê ve cezayê 14 mehên girtîgehê lê hat birîn.
Her wiha mamosteyekî teqawidbûyî yê bi navê Ehmed Elîzade ku xelkê Ava Daxanê ya ser bi parêzgeha Îlamê ye, ji aliyê dadgeha şoreşê ya Îlamê ve bi serokatiya dadwer Receb Mihemedî, bi tometa ‘propagandaya li dijî hikûmeta Îranê, propagandaya di berjewendiya koên opozîsyona Îranê de û heqareta dijî damezrîner û rêberê Îranê’ hat cezakirin. Ji bo wî du sal cezayê girtîgehê, salek qedexeya derketina dervayî welat, betalkirina pasaportê û her weha hezar û 80 saet xizmeta giştî ya xwebexş di şaredariya Ava Daxanê de hate dayîn.
Ehmed Elîzade berê di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû binçavkirin û piştre bi birîna mûçe û cezayê xanenşînkirina neçarî li ser hatibû sepandin.
Sê hefte di ser girtina kêfî ya sê çalakvanên Kurd ên xelkê Bokanê yên bi navên Mensûr Qadirzade, Yûsif Emînî û Elî Şukrî re derbas dibin. Ev her sê kes piştî bidawîbûna lêkolînan ji bo girtîgeha Bokanê hatin veguhestin û ji bo azadkirina wan a demkî, ji bo her yekî ji wan daxwaza du milyar tumen kefalet hatiye kirin.
DARVEKIRIN; AMÛREK JI BO TIRSANDINA CIVAKÊ
Rêxistina Mafên Mirovan a Ebdulrehman Borûmend di raporekê de belav kir ku ji destpêka îsal ve heta niha herî kêm 816 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin. Lê dibe ku hejmara rastî ya darvekirin gelekî zêdetir be, ji ber ku rejîma Îranê ji bo rêgirtina li lêkolînên giştî, zanyariyên li ser gelek darvekirina belav nake.
Hate destnîşankirin ku zextên li ser girtiyên siyasî û sivîl zêde bûne û beşek ji girtiyan ji mafê dermankirina bijîşkî bêpar hatine hiştin. Her wiha cezayên nû yên li dijî xwepêşanderan û berfirehbûna têkoşîna girtiyan ya li dijî cezayê darvekirinê her diçe zêdetir dibin.