MSD’ê êrîşên Til Eran û Til Hasilê şermezar kir
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) serdegirtina malên Til Eran û Til Hasil şermezar kir û bang kir ku lêpirsînek serbixwe vebe û girtî werin berdin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) serdegirtina malên Til Eran û Til Hasil şermezar kir û bang kir ku lêpirsînek serbixwe vebe û girtî werin berdin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî serdegirtina malên Til Eran û Til Hasilê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand.
Di daxuyaniyê de serdegirtina malên Kurdan, girtin û destdirêjî li jin, pîr û kalên li bajarokê Til Eran û Til Hasil ên gundewarên Helebê, hat şermezarkirin.
MSD`ê anî ziman ku ev kiryar li dijî prensîbên serweriya qanûn û mafên mirovane, ne li gorî pêvajoya veguhêze. Divê pêvajoya veguhêz li ser bingehê edalet û hemwelatiya wekhev birêve biçe. Nabe ku bi hicetên cûda pêkhateyên Sûriyeyê bigirin.
Her wiha MSD`ê destnîşan kir ku ev kiryar xeteriyê li ser aştiya civakî çêdike, dibe sedema ku bawerî navbera Sûriyeyiyan nemîne û civaka Sûriyeyê parçe dike. Di vê demê de pêdiviya Sûriyeyê heye ku dewleteke democrat ava bike, rêz bide maf û azadiya gelan û rûmeta hemû welatiyên xwe biparêze.
MSD got ew koçberiya bi darê zorê, guherina demografî û bikaranîna hêzê qebûlnakin. Em bang dikin ku ev kiryar rawestin, hemû girtiyan serbest berdin, aqûbeta wan eşkere bikin, lêpirsîn ser bixwe were kirin û hesab ji berpirsên van kiryaran bixwazin.
Di dawiya daxuyaniyê de MSD`ê got Sûriyeya aram û bi ewle bê qanûn, bê edalet, bê hesabpirsîn û bê hevbeşiya neteweyî nayê avakirin. Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bawerî bidin hevdû, yekitiya welat çêbibe û siberoja wê were parastin.