Jody Williams ku yek ji piştevanên demdirêj ên kampanya navneteweyî ya "Azadî ji Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re" ye, nameyek ji Rêber Apo re şand.
Di nameyê de ragihand ku ragirtina bi demdirêjî ya Rêber Apo li girtîgehê pirsgirêkên cidî yên mafên mirovan û hiqûqî bi xwe re aniye.
Jody Williams destnîşan kir ku salên Rêber Apo li girtîgehê derbas kir nabe ku tenê weke dema girtîmayinê bê nirxandin û got, ev rewş di çarçoveya hiqûqa navneteweyî, rûmeta mirovan û edaletê ve li ser mafên ku divê her kes xwediyê wan be pirsên hîn girantir bi xwe re aniye.
'MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ BI CIH BÊ ANÎN'
Jody William diyar kir ku cezayê girtîgehê yê demdirêj bandoreke giran li her kesî dike û anî ziman ku Rêber Apo di nava van hemû salan de berxwedêrî û biryardariya xwe parastiye. Jody Williams bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî eşkere diyar kiriye ku mafê her kesî heye, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û demdirêj lê hatiye birîn xwedî 'mafê hêviyê' be, yanî xwedî şensê berdanê û jinûve nirxandina ceza ya bi rengekî bi wate be.
Jody Williams destnîşan kir ku divê edalet wesfa xwe ya mirovî biparêze û got, divê îhtimala mirov rojekê jinûve li civakê vegere ji holê neyê rakirin.
'DIVÊ MERCÊN WELÊ BÊNE AFIRANDIN KU KARIBE TEVKARIYÊ LI HEWLDANÊN AŞTIYÊ BIKE'
Jody Williams ragihand ku tecrûbe, perspektîf û lîderiya Rêber Apo ji aliyê pêşvebirina guherîna civakî ve xwedî roleke girîng e û got, di dma şer û parçebûnê de diyalog nebe nabe.
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê bang kir ku mercên pêwîst ji bo Rêber Apo bêne afirandin ku karibe tevkariyeke çêker li hewldanên aştiyê yên heyî û paşerojê bike ku armanc jê avakirina civakên demokratîk e.
Jody Williams got, hêza sîstema edaletê ne tenê bi rêya cezakirinê, di heman demê de bi dilsoziya bi rêgezên edalet, mirovî û hevsengiyê tê pîvandin û destnîşan kir ku fikrên Rêber Apo yên li ser demokrasî, jiyana bi hev re, azadiya jinê û çareseriyên aştiyane ji bo gelek mirovan bû hêvî.
Orjînala metna nameyê bi vî rengî ye:
"Birêz Ocalan,
Ez bi hestên xwe yên piştevaniyê û bi têgihiştina ku rewşa hûn niha tê de ne fikarên hiqûqî û mafên mirovan ên cidî bi xwe re tîne, ji we re dinirxînim. Salên dûr û dirêj ên ku we li girtîgehê derbas kirin, ne tenê ji aliyê dema ragirtinê ve, her wiha di çarçoveya hiqûqa navneteweyî, rûmeta mirovî û edaletê ve, di mijara mafên mirovan a ku her kes divê xwediyê wê be pirsên kûr bi xwe re tîne.
Cezayê girtîgehê yê demdirêj bandoreke giran li her kesî dike. Lê belê ewqas salan we li ber xwe dan û biryardariya xwe bi dewamî nîşan dan. Ev berxwedêrî nîşaneya rûmet û baweriyeke xurt e.
Doza we divê di çarçoveya rêgezên mafên mirovan ên bingehîn ve bê nirxandin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî eşkere diyar kiriye ku mafê her kesî heye, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û demdirêj lê hatiye birîn xwedî 'mafê hêviyê' be, yanî xwedî şensê berdanê û jinûve nirxandina ceza ya bi rengekî bi wate be. Edalet divê mirovî bimîne û girtîgeh deriyê xwe ti carî li vegera rojekê ya li civakê bi temamî negire.
Her wiha bawer dikim ku tecrûbeya we, nêrîna we û lîderiya we -hem ji bo niha hem jî paşerojê- di pêşvebirina guherîna civakî ya bi wate de xwedî roleke girîng e. Di şer û parçebûnê de diyalog her tim şert e. Divê ew şert û merc bêne afirandin ku hûn karibin tevkariyeke çêker li hewldanên aştiyê yên heyî û paşerojê bikin ku armanc avakirina civakên demokratîk e.
Hêvîdar im ev rêgez wê di doza we de cidî bê dîtin. Sîstema edaletê hêza xwe tenê bi rêya cezakirinê, di heman demê de bi demê re bi edalet, mirovî û hevsengiyê ispat dike. Fikrên we yên li ser demokrasiyê, jiyana bi hev re, azadiya jinê û çareseriya aştiyane hêvî da û gelek mirov bêhtir teşwîq kir ku beşdarî nava jiyana cemaweriyê bibe. Rewşa we li derveyî dîwarên girtîgehê deng vedide û girîngiya serweriya hiqûqê û mafên mirovan bi bîra mirovan dixe.
Par nêzî 90 zanyarên ku Xelata Nobelê wergirtine, ji bo piştgiriyê bide hewldanên we yên ji bo aştiyê û daxwaza bicihanîna 'mafê hêviyê' ji bo rewşa we bike, name ji saziyên Ewropayê re nivîsandin. Hêvîdar im paşeroja we, wê bi edalet, rûmet û firsendên nûbûyî ava bibe.
Li gel hurmeta xwe,
Jody Williams
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê"