BI DÎMEN

Nerazîbûna li dijî bûyera li Tileran û Til Hasil: Divê lêborîn ji neteweya Kurd bê xwestin

Hêzên hikûmeta demkî bi zêdeyî 200 wesayîtan êrişî bajarokên Til Eran û Til Hasil ê li gundewarên Helebê kirin. Hate ragihandin ku gelek welatiyên Kurd bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Koordînasyona Kongra Star nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî bi çek û wesayîtan êrişî Til Eran û Til Hasilê kirin. Zêdetirî 200 wesayît û motorsîkletên bi çekên navîn ketin nav bajarokan. Çekdar li her derê belav bûn. Çavkaniyan diyar kir ku hêzên ewlehiyê bi ser malan de girtine, gelek şêniyên Kurd girtine û girtin hê jî berdewam e. Gelek bûyerên êrişa li dijî jinan hatine belgekirin. Nezha Hemkê ku ya li dijî êrişan rabû, birîndar bû û ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Til Eran.

Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Peyman Elûş nerazîbûn nîşanî van êrîşan da û ji ANF’ê re diyar kir ku divê lêborîn ji netewa Kurd bê xwestin.

Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Peyman Elûş axivî û got, “Ev bûyera ku li hember jinên Kurd pêk hatî, înkarkirina netewekê ye. Careke din binpêkirina mafê gelê Kurd û jinan, li Til Eran û Til Hasilê pêk hat. Bêyî helwesteke cidî ev bûyer li ber çavê tevahî cîhanê rû da û her kesê jî xwe bêdeng kir.”

Peyman qala wan komkujiyên ku li Perava Sûriyeyê û li Siwêdayê pêk hatine, kir û got, “Niha jî careke din dixwazin bi wê şêwazê êrîşî Kurdan bikin. Ew senaryo careke din xwe dubare dike. Ew êrîş ne tenê li hemberî jinên Kurd hatiye kirin, ev li dijî tevahî jinên Sûriyeyê ye jî.

Heta ku lêborîneke cidî neyê xwestin dê têkoşîna wan dewam bike. Hikûmeta demkî ji wê yekê berpirsiyar e, ev êrîşeke bêexlaqî û ji dervayî maf û pîvanê ye. Em niha di pêvajoya entegrasyonê de ne, lê bi van bûyeran didin diyarkirin ku ew entegrasyonê qebûl nakin. Divê hesab bê pirsîn.”