Berdana girtiyên nexweş Ozbek û Kara hate xwestin

Li Stenbol û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş Rihan Kavak Ozbek û Osman Kara hate xwestin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina Fyê” ya 745’emîn a du hefteyan carekê pêk tîne, li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tevlî çalakiyê bûn. Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Osman Kara yê ku hê di Girtîgeha Hejmar 2’yemîn a Tîpa L ya Marmarayê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankertên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Bûrhan Osman Kara bê berdan” hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê ÎHD’ê Turker Demîrcî xwend.

Li Enqereyê jî banga berdana girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek hate kirin ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê ragirtin.