Qubat Talabanî li Enqereyê bi Hakan Fîdan re civiya

Cigirê Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî, li Enqerê bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan re civiya.

Hate ragihandin ku Cigirê Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî serdana Enqerê kiriye û bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya ye.
Têkildarî civînê heta niha ti aliyekê daxuyaniyeke fermî nedaye.

Hêjayî bibîr xistinê ye berî niha Serokê Îstixbarata Tirkiye (MÎT) Îbrahîm Kalin bi rêzê ve serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê kiribû û bi rayedarên Iraqî û Herêma Kurdistanê re civiya bû.
Kalin di çarçoveya serdana xwe de li Bexda, Kerkûk û li Silêmaniyê jî 1’ê Tîrmehê bi Serokê Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê Bafil Talebanî û Qubat Talebanî re civiya bû.

Li aliyê din Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî serdana Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ya serdana Iraq û Herêma Kurdistanê ev gotibû: “Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ne tenê weke serokê rêxistineke îstîxbaratê, di heman demê de weke serokwezîrê hikumetekê li Iraqê digere. Beriya niha di êrişên li ser Rojava de hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin. Çi karê musteşarê MÎT’ê li Bexda, Silêmaniye û Hewlêrê heye, çi dike? Gelo di plana tasfiye û êrişa li ser tevgera me ya azadiyê de tê xwestin ku hin rol ji van hêzan re bê dayin? Bêguman tevahiya gelê Kurd û hêzên siyasî divê haya xwe ji polîtîkayên bi vî rengî hebe. Divê gotinên Tirkiyeyê bi yekalî û nêrînên ne li gorî berjewendiya Kurdan bê dîtin. Gelo Tirkiye li şûna çareserkirina pirsgirêka xwe ya navxweyî, piştî biryara hikumeta Iraqê ya li ser hêzên çekdar ên li derveyî artêşê bi Iraqê re plana êrişekê li ser Tevgera me ya Azadiyê dike? Tê zanîn ku bi Îranê re jî hevdîtinên bi vî rengî hatin kirin. Eger planên bi vî rengî yên dewleta Tirk hebin, em di wê baweriyê de ne ku divê Iraq van qebûl neke.”