Li Hewlêrê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin
Rêveberiya Polîsan a Hewlêrê ragihand ku di saetên êvarî de li navçeya Binslawa jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin. Hate ragihandin ku gumanbar hatiye girtin.
Rêveberiya Polîsan a Hewlêrê ragihand ku di saetên êvarî de li navçeya Binslawa jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin. Hate ragihandin ku gumanbar hatiye girtin.
Rêveberiya Polîsan a Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê têkildarî qetilkirina jinekê ya li bajarokê Binislawa agahî da.
Li gorî agahiyên hatin dayîn di saetên piştî nîvroyê de Hêzên Rêveberiya Polîsan a Hewlêrê hatiye agahdarkirin ku li bajarokê Binislawa bûyereke kuştinê pêk hatiye. Hate ragihandin ku tîmên wan di cih de çûne cihê bûyerê.
Rêveberiyê ev agahî da: “Li gorî lêkolînê destpêkê derket holê ku ev jin ji aliyê kurê xwe ve hatiye kuştin. Hêzên me hema di cih de gumanbar girtine, niha di jêr lêpirsînê de ye."