Di daristanên Zagrosê de dîsa şewat derket

Di daristanên Zagrosê de, di du mehên dawî de cara heftemîn şewat derket. Ji bo kontrolkirina agir, tîmên hewarçûnê û parêzvanên jîngehê çûn herêmê.

Rêveberiya Giştî ya Krîzan a Parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, di daxuyaniyeke ji bo medya navxweyî ya Îranê de, derbarê şewata daristanên Zagrosê de agahî parvekir.

Rêveberê Giştî Elî Mihemed Pakdilnejad ragihand ku din ava du mehên borî de, cara heftemîne ku li bilindahiyên daristanî yên Zagrosê li devera ‘Şelem’ a nêzîkî bajarê Îlamê şewateke berfireh derketiye. Elî got ku tîmên hewarçûnê û jîngehparêzên herêmê ji bo vemirandina agir şandine cihê bûyerê.

Eli diyar kir ku ji ber baya zêde û hişkbûna giya û pûş, xebatên kontrolkirina agir bi zehmetî bi rê ve diçin.

Di heman demê de, jîngehparêzên Îlamê diyar dikin ku Çiyayê Şelem ji ber çiriya daristanên xwe her tim di bin rîska şewatê de ye. Herwiha gotin ku şewata di vê werzê de û nebûna amûrên pêşkeftî yên vemirandinê, metirsiyeke mezin li ser jîngeha Zagrosê û samanên xwezayî yên herêmê çêdike.