Çalakiya nobedê ya li Gimgimê ya li dijî JES'ê di roja 53'an de ye

Çalakiya nobedê ya li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê di roja 53'an de ye ku li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) hate destpêkirin. Gundiyên Qasimanê nobed dewir wergirtin.

Li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermalê (JES) ku şîrketa IGNIS H2 Enerjî Uretim A.Ş. a Emerîkî ve tê plankirin li gundê Xwarikê bê çêkirin, nobeda kon dewam dike.

Çalakiya ku Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê pêşengiyê jê re dike, di roja 53'an de ye. Nerazîbûna gel a li hemberî projeyê dewam dike.

Li konên li qada nobedê pankartên bi nivîsên Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî hatin daliqandin.

Bi pankartan peyaman "Ev xak mîrateya me ye, emanetî paşerojê ye. Em JES'ê naxwazin" hate dayin. Çalakgeran diyar kirin ku proje wê zerarê bide jiyana xwezayî, qadên çandiniyê û çavkaniyên avê û xwestin, dest ji projeya JES'ê bê berdan.

Di çalakiya nobedê de ku bi piştevaniyê tê meşandin, nobedarên vê carê gundiyên Qasimanê ye.

Her wiha aktîvîstên ekolojiyê û rêxistinên demokratîk jî serdanaç alakiya nobedê dikin û piştgiriyê didin çalakgeran.