Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ku projeyên xwe yên ji bo afirandina derfetên kar ên ji jinê re zêde kiriye, bi projeya 'Bostanê Bajêr ê Jinê' qada piştevanî û hilberandinê ji bo bi sedan jinî ava kiriye. Projeya ku sala 2024'an bi bostanekî û bi 10 jinan destpê kir, her sal mezin bû û gihîşt wê astê ku îsal bostanê sêyemîn bê vekirin. Di projeyê de ku herî dawî jin ên penaber hatin tevlîkirin, jin bi sebzeyên diçînin hem tevkariyê li aboriya malê dikin hem jî torên piştevaniyê xurt dikin.
Endama Şaredariya Bajêr Oznûr Evîn diyar kir ku bi projeya bostanên bajêr re ew dixwazin tevlîbûna jinan a li hilberînê zêde bikin, qadên piştevaniyê ava bikin û piştgiriyê bidin entegrasyona penaberên jin li jiyana civakî. Oznûr Evîn anî ziman ku her sal ew bostanekî nû yê bajêr ava dikin û kêm maye ku bostanê sêyemîn bikeve xizmetê.
Oznûr Evîn projeyên ji bo jinan nirxand û bi bîr xist ku piştî dest bi wezîfeyê kir, projeya bostanên bajêr xistin meriyetê. Oznûr Evîn ragihand ku bostanê yekemîn ji bo 10 jinan plan kirin, 10 jin tevlî projeyê bûn û anî ziman ku proje her sal mezin bû û dewam kir.
'JI BO PENABERÊN JIN JÎ BOSTAN HATE AVAKIRIN'
Oznûr Evîn got, "Di dema dawî de bi şer re pêla penaberan zêde bûye. Ji ber vê jî me plan kir ku 10 penaberên jin tevlî pbostanekî xwe bikin û li gorî wê me kar kir. Niha 10 hevalên me yên jin ên penaber di bostanên me de ne."
'JI HER TAXÊ DAXWAZ TÊ KIRIN'
Li ser daxwaza ji bo bostanê bajêr Oznûr Evîn got, "Hema bibêje ji her taxên me daxwaza avakirina bostanekî bajêr tê kirin. Em hewl didin li gorî derfetên şaredariyê li her atxê bostanekî vekin. Bi qasî ku şert û mercên şaredariyê derfetê dide em hewl didin li her qadê bostanekî ava bikin û li van bostanan cih bidin jinan."
Oznûr Evîn diyar kir ku bi projeya bostanên bajêr re ew dixwazin jinan jinûve tevlî hilberînê bikin û got, "Weke ku hûn jî zanin, xak û jin yekpare ne. Jiyana li bajêr jin û xak ji hev qut kiriye. Ji bo jin û xakê bigihînin hev me projeya bostanên bajêr dan destpêkirin. Bi vê projeyê re hewl dan qadên hilberîna jiyaneke komînê ava bikin."
'EM DIXWAZIN BAZARÊN KEDÊ AVA BIKIN'
Di dewama axaftina xwe de Oznûr Evîn anî ziman ku ew dixwazin projeyên nû ava bikin ku jinan hîn bêhtir tevlî nava jiyana aboriyê bikin û plan dikin ku bazarên kedê yên jinê veguherînin. Oznûr Evîn got, "Bazara me ya kedê ya jinê heye. Plana me heye ku em wê veguherînin. Di heman demê de em dixwazin li gelek qadên kesk, park û bexçeyan bi rengê kulûbeyên biçûk bazarên kedê ava bikin. Bi avakirina stantên firotinê yên ji bo jinan em dixwazin qadên ku piştgiriyê bidin wan, ava bikin. Ev proje niha di asta amadekariyê de ye û li ber qedandinê ye."