PARASTINA AKTÎVÎSTÊN AVHEWAYÊ
Li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, têkildarî berpirsyariya dewletan a li pêşberî avhewayê biryareke girîng hate qebûlkirin. Biryar piştî nêrîna şêwirînê ya par a Dîwana Edaletê ya Navneteweyî hate dayin. Dîwanê diyar kiribû ku di mijara tedbîrên karên ku zerarê dide hawirdorê berpirsyariya hiqûqî ya dewletan heye.
Li gorî nûçeya Andrew Firmin ê ji IPS'ê, biryar li gel hewldanên astengkirinê yên rêveberiya Trump bi piştgiriya piraniya dewletan hate qebûlkirin. Li hemberî biryarê 8 welatan dengê dijber bi kar anîn ku ew welat jî DYE, Belarus, Îran, Îsraîl, Lîberya, Rûsya, Erebistana Siûdî û Yemen bûn.
Nêrîna şêwirînê ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî destnîşan kiribû ku krîza avhewayê ne tenê polîtîkaya hawirdorê ye, di heman demê de meseleyeke ji mafên mirovan e. Hatibû diyarkirin ku mafê jiyaneke hawirdorê ya paqij, bi tenduristiyeke baş û domdar, ji bo mafên mirovan hemûyan di asteke bingehîn de girîng e.
Li gorî nêrîna dîwanê, binpêkirina berpirsyariyên avhewayê yên dewletan ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tê wateya çalakiyeke ku dikare bi xwe re berpirsyariyê bîne. Nêrînên şêwirmendiyê ferz nebe jî di dozên avhewayê de êdî hîn bêhtir referans têne dîtin.
Li pişt vê pêvajoyê jî têkoşîneke civaka sivîl a girîng heye. Serlêdana li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji aliyê hikumeta Vanuatu ve hatibe kirin jî yên ku kampanya dan destpêkirin xwendekarên hiqûqê yên ji Giravên Pasîfîk bûn. Rêxistinbûna bi navê Pacific Islands Students Fighting Climate Change ji bo hikumet serî li dadgehê bide demeke dirêj kampanya meşandin.
Qebûlkirina biryarê nîşan da ku çalakiyên li dijî krîza avhewayê ne tenê tercîheke polîtîk e, di heman demê de meseleyeke hurmeta li hiqûqa navneteweyî ye.
Deletên ku piştgirî dan biryarê, diyar kirin ku li hemberî krîza avhewayê nabe ku berpirsyariya siyasî û hiqûqî bê taloqkirin.
Di têkoşîna avhewayê de rola civaka sivîl mezin dibe. Aktîvîst jî bi zextên giran re rû bi rû dimînin. Li gorî daneyên Business and Human Rights Centre di 800 êrişên sala 2025'an li hemberî mirovên li ber şîrketan rabûn hate kirin de eşkere bû ku ji çar paran sê parên wê li hemberî wan mirovan hate kirin ku ji bo mafên xakê, hawirdor û avhewayê têdikoşin.
Li Kamboçyayê ji rêxisitna hawirdorê ya Mother Nature Cambodiayê 10 aktîvîst hîn jî girtî ne. Li aktîvîstan di sala 2024'an de bi hinceta ku bandora projeyên binesazî û madenkariyê ji raya giştî re ragihandin cezayên giran hatibûn birîn.
Li Meksîkayê lîdera tevgera gundiyan a Zapata Vive Kenia Hernandez bi sûcdariyên bê bingeh bi 10 sal û 6 mehan hate cezakirin.
Li Ugandayê rayedaran par bi hinceta ku Xeta Lûleya Petrola Xav a Rojhilatê Efrîkayê şermezar kirin 11 aktîvîst binçav kirin. Li Hindistanê jî polîsan avêtin ser mala ji aktîvîstên sereke yên hawirdorê Harjeet Singh.
Li Şîliyê, aktîvîstên jin ên xwecihî yên li ber projeyên mezin radibin bi gef, destdirêjiya dadgerî û êrişên tundiyê rast tên.
Bi heman rengî li Ewropa, Awûstralya û Zelanda nû jî êriş û zext li aktîvîstên hawirdorê hatin kirin.
Biryara nû ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate wergirtin, bi şênberî nîşan dide ku krîmînalîzasyon û tundî li berprisyariyên dewletan ên ji bo avhewayê nayê. Biryara nû dixwaze ku gelên xwecihî, civakên xwecihî, mirovên ji Efrîkayê, jin, zarokên keç, zarok, ciwan, astengdar û mirovên hesas bi rengekî tam, bi wate û wekhev tevlî pêvajoyên biryardanê ya çalakiyên avhewayê bibin.