Li Heilbronnê şehîdên Meşkînayê hatin bibîranîn
Di çalakiya bîranînê ya li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê de, 31 şehîdên gundê Meşkîna (Bozok) a navçeya Dêrik a Mêrdînê hatin bibîranîn. Bi sedan kes ji bajarên cuda ên Ewropayê tevlî bîranînê bûn.
Di çalakiya bîranînê ya li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê de, 31 şehîdên gundê Meşkîna (Bozok) a navçeya Dêrik a Mêrdînê hatin bibîranîn. Bi sedan kes ji bajarên cuda ên Ewropayê tevlî bîranînê bûn.
Li navenda Civaka Kurd a li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, ji bo nemirên ji gundê Meşkîna ya navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, di dîrokên cuda de, di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bi sedan xizmê şehîdan ên ji bajarên cuda ên Ewropayê hatin û nûnerên Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) tevlî bîranînê bûn.
Salona bîranînê bi wêneyên 31 kesên ku ji gundê Meşkina tevlî têkoşînê bûne û di dîrokên cuda de şehîd bûne, wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê û kulîlkan hate xemilandin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, li ser navê KOMAW’ê Cahîde Goyî axivî û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî. Goyî diyar kir ku gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de berdêlên giran dan û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li têkoşîna wan.
Goyî diyar kir ku meha Gulanê ji bo têkoşîna azadiya Kurd xwedî wateyeke taybet e û di serî de Hakî Karer hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.
Goyî bilêv kir ku bi banga Rêber Apo pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê kiriye û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûn û berdewamkirina têkoşînê li her derê. Goyî anî ziman ku pêkanîna armancên şehîdan û pêkanîna azadiya Rêber Apo erka her kesî ye.
Piştre, li ser navê xizmên şehîdan Dayê Xanê û Apê Hesen axivîn û wiha gotin, “Şehîdên me rêya azadiyê nîşa me kirin. Em wekî kesên ji Meşkînyê, li hev civiyane. Armanca me xwedîderketina li şehîdan e. Pêkanîna azadiya Rêber Apo xeyalê wan bû; em ê ji bo pêkanîna wan li ser rêya wan bimeşin. Em bi wan serbilind in.”
Di bîranînê de ji aliyê malbatan ve helbest hatin xwendin. Klamên hunermend Ozan Comert jî kêliyên hestiyar di beşdaran de da jiyankirin. Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşme hatin berzkirin.
Çalakî piştî dayîna xwarina ji bo bîranîna şehîdan, bi dawî bû.