Malbatên dîlgirtiyan daxwaza berdana zarokên xwe kirin

Malbatên dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Qada Şehîdên Qamişloyê azadî ji bo zarokên xwe xwest.

Malbatên dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li bajarê Qamişloyê ku di Çileyê de hatibûn girtin, ji bo daxwaza serbestberdana zarokên xwe çalakiyek li dar xist. 

Di çalakiya protestokirinê de ya ku li ber Çerxerêya Qada Şehîdên Qamişlo ya li bajêr hate lidarxistin de, malbatan wêneyên zarokên xwe rakirin û xwestin ku eqûbeta zarokên xwe nas bikin.

Çalakvanan sloganên "bi can bi xwîn em bi te re ey esîr", "azadî ji bo şervanan" û "bijî berxwedana êsîran" berzkirin.

Li gorî bendên peymana 29ˊê Çileyê, koma yekemîn a dîlgirtiyan di 10ˊê Adara 2026ˊan de, koma duyemîn di 19ˊê Adarê de, koma sêyemîn di 11ˊê Nîsanê de, koma çaremîn di 8ˊê Gulanê de û koma pêncemîn di 25ˊê Gulanê de hatin berdan, 01ˊê Hezîranê jî 28 şervanên YPJˊê yên dîl hatin berdan.