Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb îro tevî şandeyek pê re, serdana bajarê Kobanê. Armanc ji serdana şopandina rewşa herêmî û xebata saziyan di çarçoveya entegrasyonê de ye.
Parêzgar li gelek daîre û saziyan gerî, weke navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, navenda Rêveberiya Herêma Kobanê. Di hevdîtinan de rewşa xizmetguzariya ji welatiyan re tê pêşkêşkirin hat şopandin, li daxwazên Rêveberiya Herêmê yên têkildarî başkirina rewşa xizmetguzarî hat guhdarîkirin.
Şande her wiha dê bi mijara nîqaşkirina rewşa giştî ya herêmê, rêveçûna xebatên saziyan û pêdiviyên qonaxa entegrasyonê bi şênî û rûspiyan û rêveberên saziyan re bicive.
Her zêde daxwazên rêveberiyê têkildarî kişandina avê ji çemê Firatê ber bi Kobanê û gundewarê wî ve, vekirina kanalên avdanê ji bo piştgiriya beşa çandiniyê bû. Li kêleka wan jî nîqaş li ser vekirina deriyê Murşid Pinarê ya sînorî hat kirin ku di çalakkirina tevgera bazirganiyê de dibe alîkar û rewşa aborî ya herêmê baş dike.
Parêzgar di hevdîtina ligel rayedarên Rêveberiya Herêmî de diyar kir ku dê di pêvajoya bê de xurtkirina hevkariya îdarî, xebata li ser pêşxistina binesaziyê û başkirina xizmetguzariyên bingehîn be û parêzgeh pabendî piştgiriyê bide projeyên stratejîk.
Dosyaya dîlgirtiyan jî di serdanê de xwedî cihekî girîng bû. Parêzgar bi hejmarek malbatên dîlgirtiyan û şehîdan re civiya û got hewldan û nîqaş hîna li ser çareserkirina vê dosyayê û xebitîna li ser berdana dîlgirtiyan didomin.
Di heman çarçoveyê de Parêzgar li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê civîneke berfireh bi rayedarên herêmî û rûspiyên bajêr re li dar xist. Di civînê de mekanîzmayên lezdana bicihanîna planên entegrasyona îdarî, rakirina astengiyan, nîqaşkirina pêşîniyên qonaxa bê hatin gotûbêjkirin. Parêzgar got, "Serdana Kobanê di çarçoveya xurtkirina yekkirina xebata saziyane û xurtkirina aramiya îdarî ye ku bandoreke erênî li jiyana welatiyan dike."
Di civînê de hejmarek dozên hiqûqî û civakî, weke garantiya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de, xurtkirina beşdariya wan di avakirina Sûriyeyê de, rewşên herêmên sînorî, hedefgirtinên welatiyan li wan herêman û pêwîstiya çareserkirina van pirsgirêkan hatin nîqaşkirin.
Girêdayî mijarê, behsa pirsgirêka navlêkirinên îdarî ya herêmên Kurdan, girîngiya pejirandina navlêkirinên taybetmenediyên çandî û civakî ya şêniyan nîşan dide hat kirin û hat gotin ku girîng e deriyê Kobanê veguhere deriyê bazirganî ya aktîv ku piştgiriyê bide geşepêdana herêmî.
Şêniyên Kobanê ev serdan pêşwazî kir û hêvî kir ku bibe gaveke pratîkî di vekirina rûpeleke nû ya hevkarî, hevgirtina îdarî û pêkanîna geşepêdana hevserng a xurtkirina aramî û geşkirina bajêr de.