Nivîskar û weşangerên Kurd: Eger Kurdî bibe xwedî statu, wê xwendevan jî zêde bibe

Di weşangeriya Kurdî de pirtûk û cihêrengî zêde dibe, lê belê hejmara xwendevanan kêm dibe. Weşanger û nivîskar gotin, ji bo pirsgirêkên weşanxaneyên Kurdî bêne çareserkirin û pirtûkên Kurdî hîn bêhtir bêne xwendin, işaret bi girîngiya statuya Kurdî kirin

WEŞANGERIYA KURDÎ

"Rojên Pirtûkê" destpê kir ku ji aliyê Baroya Mêrdînê ve tê lidarxistin û wê sê rojan dewam bike. Çalakiyê li avahiya xizmetên baroyê destpê kir û parêzer, nivîskar, weşanger, nûnerên partiyên siyasî jî di nav de gelek kes tevlî bûn.

Li Fûara Rojên Pirtûkê ku 28 weşanxaneyên Kurdî û weşanxaneyek Suryanî tevlî bûn, nêzî 3 hezar pirtûk pêşkêşî xwendevanan hate kirin. Li fûarê ku xwendekarên dibistana seretayî yên dersên hilbijartî yên Kurdî eleqeyeke mezin nîşan dan, nivîskar û weşangeran li ser pirsgirêkên ku weşanxaneyên Kurdî bi wan re rû bi rû dimînin, eleqeya xwendevanan, nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê û bandora neyînî ya vê yekê li ser Kurdî ji ANF'ê re nirxandin.

PIŞTGIRIYA JI BO WEŞANXANEYÊN TIRKÎ, ASTENGIYA LI PÊŞIYA WEŞANXANEYÊN KURDÎ

Damezrînerê Pirtûka Kurdî û koordînatorê wê Bawer Berşev anî ziman ku weşanxaneyên Kurdî li gorî weşanxaneyên Tirkî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne û diyar kir ku kêmbûna hejmara xwendevanên Kurdî yek ji pirsgirêkên herî girîng e.

Berşev ragihand ku li Bakurê Kurdistanê hejmara xwendevanên Kurdî 10 hezar kesî derbas nake û got, "Ev hejmar, bi taybetî di pêvajoya destpêkê ya çareseriyê de bi eleqeya ciwanan a ji Kurdî re her sal zêde dibû. Lê belê salên dawî ev eleqe kêm bû. Pirsgirêka me ya destpêkê ev e. Pirsgirêka me ya duyemîn jî aborî ye. Beriya darbeyên qeyûman şaredariyên li Kurdistanê gelek fûar lidar dixistin, derfetên cuda diafirandin. Karên gelekî serketî jî kirin. Lê belê şaredarî niha xwe vedigirin û piştgiriyê nadin. Qanûnên hatin derxistin jî li pêşiya şaredariyan dibin asteng.

Li aliyê din qeyûmê li Wanê ji kaseya şaredariyê ji weşanxaneyên Tirkî milyonek pirtûk kirî û belav kir. Şaredarî jî dikare bikire û ji pirtûkxaneyan re bişîne. Lê belê ev piştgirî ji bo weşanxaneyên Kurdî nayê kirin."

Berşev diyar kir ku pirtûkên ji aliyê weşanxaneyan ve têne çapkirin di nava gel de belav dibin û bi demê re vediguherin zimanê wî gelî û got, ji bo Kurdî bibe zimanê xwendinê yê gel pêwîste statu ji Kurdî re bê dayin.

Berşev got, "Dema ku Kurdî bû xwedî statu û veguherî zimanê bazarê, hejmara weşanxaneyên Kurdî ku niha derdora 30-40 e wê 100'î derbas bike. Zêdebûna hejmara xwendevan û weşanxaneyên Kurdî bi statuya Kurdî ve girêdayî ye."

'ZEXTA DEWLETÊ JÎ BANDORÊ LI WEŞANXANEYÊN KURDÎ DIKE'

Nivîskarê romana "Avrîn" Rohat Bûlût jî anî ziman ku weşanxaneyên Kurdî bi zehmetiyên cidî yên aborî re rû bi rû ye.

Bûlût got, "Weşanxaneyên Kurd ji aliyê fînansekirina xwe ve zor û zehmetiyan dikişîne. Sedema wê jî maliyeta çapkirinê û kaxizan e. Li aliyê din kêmbûna eleqeya xwendevanan jî rewşeke din e ku zorê dide weşanxaneyan. Ji ber ku Kurdî ne zimanê perwerdeyê û zimanê fermî ye, xwendevan jî zehmetiyan dikişîne. Ji ber vê jî xwendevanên têne fûarê zêde eleqeyê nîşanî pirtûkên Kurdî nadin. Ev pirsgirêkên bingehîn ên li pêşiya weşanxaneyan e."

Bûlût bi bîr xist ku pirtûkên ji aliyê hin weşanxaneyan ve têne weşandin roman, bîranîn û wêjeya zindan û çiyê ye, ev pirtûk jî ji aliyê dewletê ve têne qedexekirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Ji ber ku weşanxane nikare van berheman bigihîne ber destê xwendevanan, hem bi xwe hem jî xwendevan bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Li aliyê din, divê weşanxane organîzasyonên ku nivîskar û xwendevanan digihîne hev dewam bikin."

'HEJMARA PIRTÛKÊN KURDÎ ZÊDE DIBIN, LÊ HEJMARA XWENDEVANAN KÊM DIBE'

Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Delîl Zengeralp jî ragihand ku ji ber maliyeta zêde weşanxaneyên Kurdî neçar dimînin ku polîtîkaya xwe ya weşanê biguherînin û got, "Kalîteya pirtûkeke Kurdî çiqasî baş jî be, eleqeya pêwîstî nabîne. Sedemeke vê ew e ku Kurdî ne zimanê bazarê ye. Her wiha mirov dikare bibêje ku hejmara nivîskarên Kurd ji hejmara xwendevanên Kurd zêdetir bûye. Yanî hejmara pirtûkên Kurdî zêde bûye, lê hejmara xwendevanan kêm bûye."

Li gorî Delîl Zengeralp, eger Kurdî bibe zimanê perwerdeyê wê hejmara xwendevanan jî zêde bibe.

'PAŞEROJA WEŞANGERÊN KURD BI XWEDÎDERKETINA GELÊ KURD A LI ZIMANÊ XWE VE GIRÊDAYÎ YE'

Hevseroka Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) Asya Genim jî anî ziman ku pirsgirêka herî mezin asîmîlasyon û oto asîmîlasyon e û got, ev yek jî bandoreke cidî li hejmara xwendevanên Kurdî dike.

Asya Genim diyar kir ku civakek bi zimanê xwe neaxive, dayik û gavên ku bi zimanê dayikê bi zarokên xwe re neaxivin eleqeyê nîşanî pirtûkên Kurdî jî nadin û got, "Em jî karekî civakî dikin. Eger civaka Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkeve ev rewş wê bandoreke erênî li me weşangeran jî bike; eger xwe jê vegire, ev yek wê bandoreke neyînî bike."