JINNEWS: 16 jin hatin kuştin, 25 jin bi gumanbarî mirin
Li gorî daneyên JINNEWS'ê yên li ser tundiya meha Gulanê, 16 jin hatin kuştin, 25 jin jî bi gumanbarî mirin.
Li gorî daneyên JINNEWS'ê yên li ser tundiya meha Gulanê, 16 jin hatin kuştin, 25 jin jî bi gumanbarî mirin.
Li gorî daneyên JINNEWS'ê, meha Gulanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 16 jin hatin kuştin, 25 jin jî bi gumanbarî mirin.
Hate ragihandin ku 4 jin ji aliyê mêr ê pê re zewicî bû, 2 jin ji aliyê mêr ê nas ve, 2 jin ji aliyê mêr ê jê cihê bûbû, 2 jin jî ji aliyê mêr ê pê re bû hatin kuştin. Her wiha jinek ji aliyê xalê xwe, jinek ji aliyê kurê xwe û jinek jî ji aliyê biraziyê xwe ve hate kuştin.
Li Kayseriyê 1, li Bûrdûrê 1, li Meletiyê 1, li Antalyayê 1, li Stenbolê 1, li Mersînê 1, li Çanakkaleyê 1, li Kirklareliyê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Agiriyê 1, li Konyayê 1, li Îzmîrê 1, li Kocaeliyê 1, li Kirşehîrê 1, li Denîzliyê 1 jin hatin kuştin.