Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin
Mujde Gungor a ku duh ji aliyê Zafer Gungor ve hatibû qetlkirin li Mûşê hat veşartin.
Mujde Gungor a ku duh ji aliyê Zafer Gungor ve hatibû qetlkirin li Mûşê hat veşartin.
Duh li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê Zafer Gungor jina pê re hatibû zewicandin Mujde Gungor bi alavê jêkirinê qetil kiribû. Piştî qetilkirinê kiryar hat binçavkirin û cenazeyê Mujde Gungor ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK).Cenazeyê Mujdeyê îro li cihê lê ji dayik bibû li gundê Sêmerşêx ê Kopa Mûşê hat definkirin. Gelek jin û malbata Mujde Gungor tevlî merasîma cenazeyê wê bûn.