Li ser medya dîjîtal du ji aliyê hinek dezgehên ragihandina şerê taybet li Enbarê dîmenê jineke Êzidî ya dîlgirtî hatin belav kirin. Li dijî van kiryarên dijmirovî TAJÊ daxuyaniyeke nivîsk da û şermezar kir.
Daxuyaniya bi vê rengî ye:
“ ‘Emê li dijî her planeke qirêj a li hemberî dîlgirtiyan bêdeng nemînin’
Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) lîstok û planên qirêj ên dawî yên li ser dosyaya jinên rizgarbûyî, bi taybetî şerê taybet ê di bin navê doza “Umm Wasfî” de tê meşandin ji nêz ve dişopînin. Em li dijî van hewldanan helwesta xwe ya herî tund radigihînin Ferman Berdewame; emê bêdeng nemin!
Heta ku yek esîra/ê me di destê kujer û çeteyan de hebe, fermana li ser civaka me berdewame. Ti hêz nikare me bide sekinandin û emê tola her jin, zarok û mirovên me hilînin. Em vê şerê medyayî û hewldanên êrişkirinê bi tundî şermezar dikin! Em wan dezgehên medyayê yên ku êş û fermana li dijî civaka me pêk hatî dikin amûra siyaseta xwe ya qirêj, bi tundî şermezar û tawanbar dikin. Çêkirina van bernameyên taybet bi rasthatina salvegera Fermanê ne tesadûfe, lê êrişeke bi plan û armanckirî ye. Ew dixwazin peyamekê bidin ku keçên me bi îrada xwe bûne Îslam! Ev dereweke mezin û hewldana reşkirina rastiya fermanê ye.
Hemû cîhanê di dema fermanê de şahidî ji wan dîmenên hov ên çeteyên DAIŞ’ê re kirin bê ka çawa nêzî jin û zarokên me bûn, ew tev bi darê zorê, gefên kuştin û tundiyê xwestin wan ji nasname û baweriya wan qut bikin. Keç, jin û zarokên me yê di nav 12 salan de rizgar bûn şahidên rasteqîn yê hovîtiya çeteyan DAIŞ’ê anî serê civaka me.
Piştî derketina malbatên çeteyan ji Kampa Holê, em wisa bawer dikin ku gelek jinên Êzidî bi zorê û bi nasnameyên sexte li gelek herêmê Iraqê hene. Bêdengiya li hemberî vê rewşê, tê wateya hevkariyê.
Hûn rûmet û hebûna me ne. Ji tu zext, tirs, gef û polîtîkayên şerê taybet netirsin! Civaka Êzidî ya berxwedêr bi dil û rûmeteke mezin li benda vegera we ye, xaka we û pîroziyên we her dem li benda we ne.
Banga me ji civaka me re jî heye li hemberî van kiryarên dijmirovî bibin xwedî helwesteke hevpar. Li dijî şerê taybet ê di şexsê jinên Êzidî de û bi taybetî li ser jinên dîlgirtî tê meşandin bi hişyarî tevbigerin. Em weke civak û jinên Êzidî di wê hêz û baweriyê de ne, li dijî her cûre êrişên pêşdikevin bisekinin û helwesta pêwîst nîşan bidin.”
TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî kir û got; “Her weha em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikin ku li dijî vê qirkirina çandî û fermana spî ya ku îro li dijî civaka me tê meşandin bêdeng nemînin. Divê ev êrişên ku rûmeta jinên Êzidî dikin armanc bên rawestandin. Bêdengî sûce!”