Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin
Hunermend Anîta Papîst a ku li Tehranê dijî, bi sûcdariya "xerakirina exlaqê giştî" hat tawanbar kirin. Ji ber vê yekê, 74 qamçî ceza li wê hat birîn.
Hunermend Anîta Papîst a ku li Tehranê dijî, bi sûcdariya "xerakirina exlaqê giştî" hat tawanbar kirin. Ji ber vê yekê, 74 qamçî ceza li wê hat birîn.
Li paytexta Îranê Tehranê, Dadgeha Ceza ya 2’yemîn a bi hejmara 1088’an ku girêdayî Edliyeya Erşadê ye, li dijî hunermend Anîta Papîst biryareke giran da. Dadgehê bi sûcdariya "xerakirina exlaqê giştî" 74 qamçî ceza li hunermenda jin birî.
Li gorî nûçeyê, digel cezayê qamçiyan, dest danîne ser pasaporta Anîta Papîst û xeta wê ya telefona mobîl jî ji aliyê saziyên fermî ve hatiye girtin.
Hunermend Anîta Papîst li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagram daxuyaniyek da û ev biryar piştrast kir. Anîta Papîst, da zanîn ku ev qedexeyên li ser pasaport û telefona wê, rê li ber xebatên wê yên hunerî digirin û derfetên wê yên têkiliyê bi awayekî giran asteng dikin.