Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ji bo rakirina tecrîdê bang kirin

Di deklarasyona ku li Amedê bi îmzaya 130 rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd hate ragihandin de, hate diyarkirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk firsendekî dîrokî ye û ji bo vekirina rêya diyalogê bi Rêber Apo û rakirina tecrîdê bang kirin.

130 nivîskarên Kurd ên li Amedê, bajarên derdorê û derveyî welat têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyanî dane çapemeniyê. Endam û nûnerên komeleyê û gelek nivîskar tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê bi Kurmancî endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Hasan Ozguneş xwend.

‘GELÊ KURD DEV JI ISRARA XWE YA DI AŞTÎ Û ARAMIYIÊ DE BERNADIN’

Hasan Ozguneş diyar kir ku gelê Kurd bi sekn û hewldanên xwe yên ji bo aştî û aramiyê, bi têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civak û jiyaneke pêşverû, xwereng û demokratîk a li Kurdistanê û li tevahiya Rojhilata Navîn,  her roj hinekî din dengê xwe yê zîz bilindtir dike û wiha pê de çû: “Gelê Kurd sedsala borî nîşanî tevahiya desthilatdarên li Rojhilata Navîn û cîhanê daye ku bi tunehesibandina ziman, çand, bawerî, gel û hemû cureyên cihêrengiyan, bi binpêkirina mafên mirovan, bi rêgirtina li ber mafê azadiya derbirînê, avakirina jiyaneke xweştir pêkan nîn e. Ligel ku li çar aliyên Kurdistanê şer û pevçûn hene û qeyranên heyî her ku diçe kûrtir dibin jî, gelê Kurd û siyaseta Kurdan dev ji israra xwe ya di aştî û aramiyê de bernadin. Dîsa ligel dehfik û daxwazên hêzên hegemonîk û şerxwaz, li gel êrîşên desthilatdarên xwe, gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê hem hewl dide xwe ji şer û pevçûnan biparêze û hem jî hewl dide ku jiyaneke hevpar a ku ji bo tevahiya mirovahiyê bibe mînak, ava bike.”

‘JI BO RÊ Û DERIYÊN DIYALOGÊ VEBIN, EM XWE BERPIRSYAR DIBÎNIN’

Ozguneş da zanîn ku ev nêzî du salan e ku şer û pevçûnên ku nêzî nîvsedsalekê li Bakurê Kurdistanê didomiya, bi hêviya pêkhatina aştiyeke birûmet û mayînde rawestiyaye û ev tişt gotin: “Ev derfeteke gelekî girîng e ku divê bi baldarî û hestiyariyeke zêde bê bikaranîn. Di vê qonaxê de, wek rewşenbîrên Kurdistanê ji bo rê û deriyên diyalogê vebin em xwe berpirsiyar dibînin ku rayedar bên teşwîqkirin. Lewre em di wê baweriyê de ne ku divê tevahiya arîşeyan bi diyalogê bên çareserkirin. Nijadperestî û netewedewletê sedsalek berhewa kirin, divê di sedsala nû de wekhevî û demokrasî bi ser kevin. Divê hemû nasnameyên etnîkî, çandî û olî bikaribin bi awayekî azad bi hev re bijîn. Divê azadiya jinan pêk bê û dengê ciwanan li her derê bikaribe berz bibe.”

‘BI HESTIYARIYEKE ENTELEKTUEL, DENGÊ XWE LI DENGÊ ME ZÊDE BIKIN’

Hasan Ozguneş anî ziman ku polîtîkayên înkar û tecrîdê yên ku di destê desthilatdaran de bûne amûrên birêvebirinê yên ku bi dehan salan e tên ceribandin, bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd êdî riziyane û bêwate bûne û wiha domand: “Dorpêça siyasî û bîrdozî ya li ser gelê Kurd hatiye belavkirin. Polîtîkayên şer û tecrîdê yên ku qeyranên civakî û aboriyê kûrtir dikin êdî bi hişekî û zimanekî zelaltir ji aliyê rêjeyeke zêde ya civakê ve tên redkirin. Tevahiya civakê dizane û dipejirîne ku Serokê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye û aliyekî vê pêvajoyê bi yekdengî cenabê wî wek sermuzakerevan pênase û destnîşan dike. Lewre em, yên ku navên wan li jêrê ne, ji hemû kes, sazî, rêxistin, desthilatdarî û aliyên ku xwe wek berpirsiyar dibînindixwazin ku demildest dev ji polîtîkayên şer û tecrîdê berdin û di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan de gavên çêker bavêjin. Divê rê û deriyên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re bi awayekî mayînde bên vekirin, tecrîda li ser wî bê bidawîkirin da ku bi rêya diyalog û danûstendinan kêşe û arîşe çareser bibe, daxwaza aştî û azadiya civakî ya gelan pêk bê. Her wiha, em bangî tevahiya nivîskar, rewşenbîr, wêjekar û ramanwerên xwe yên ku xwe berpirsyarên azadiya civakê, çavkaniya demokratîk û siyaseta demokratîk dibînin dikin ku bi hestyariyeke entelektuel, dengê xwe li dengê me zêde bikin.”

Navên nivîskarên ku piştgiriyê dane bangê ev in:

  1. Mûsa Şanak
  2. Rifat Ronî
  3. Abdurrahman Bakir
  4. Turabî Kîşîn
  5. Mehmet Faysal Ozdemîr
  6. Masûm Xemgîn
  7. Cemal Babaoglu
  8. Adil Qazî
  9. Ercan
  10. Ahmet Yalçinkaya
  11. Mîrza Mihemedê Şêrwî
  12. Diba Ermîş Keskîn
  13. Gulîzar Seyhan
  14. Eyyup Guven
  15. Yasemîn Demîrkaya
  16. Kayahan Şan
  17. Ahmet Çavli
  18. Bîrgul Ozgul
  19. Cuneyt Demîr
  20. Mevlût
  21. Xembar Farqinî
  22. M. Şîrîn Burga
  23. Şahabettîn Demîr
  24. Yaşar Kaya
  25. Hatîce Dayan
  26. Adîle Ozer
  27. Veliî Bîngoltekîn
  28. Mehmet Guzel
  29. Abdulmenaf Dînler
  30. Ahmet Has
  31. Messo Bedirxanî
  32. Hogir Berbir
  33. Bedirhan Alakûş
  34. Kahraman Oguz
  35. Metîn Ozkan
  36. Salihê Mewali
  37. Nurettîn Gokalp
  38. Mazîçinê
  39. Abdullah Ongullu Şêrwî
  40. Huseyîn Taşdemîr
  41. Tahsîn Aktaş
  42. Halîl Dogan
  43. Jêhat Rojhilat
  44. Mehmet Akdogan
  45. Leyla Saraç
  46. Rohat Bulut
  47. Haci Ozkal
  48. Îsmaîl Dîndar
  49. Mîhdî Perînçek
  50. Rodî Zinar
  51. Feratê Dengizî
  52. Ahmet Tekdemîr
  53. Hasan Ozguneş
  54. Şehrîban Defîşet
  55. Nazim Kok
  56. Aytenxan
  57. Mesût Uçkaç
  58. Cebelî Akyol / Zaza Cebelî
  59. Nûrcan Delîl
  60. Reyhan Serhan
  61. Rêdûr Dîjle
  62. Fatêxan Taşli Tunç
  63. Gulan Zozan
  64. Fevzî Çetîn
  65. Şevger Çolo
  66. Yousef Mantk
  67. Melevan Resûl
  68. Elîxan Loran
  69. Kamiran Simo Hêdilî
  70. Kemal Bakan
  71. Mehmet Saît Arzû
  72. Yasemin Elban
  73. Bahadîn Robar
  74. Servet Ozkan
  75. Herdem Merwanî
  76. Mem Bawer
  77. Mîna Acer
  78. Serhildan Azad
  79. Rojbîn Perîşan
  80. Sebrî Vûral
  81. Bedrî Adanir
  82. Mehmet Soğut
  83. Muslum Aslan
  84. Mehmet Karakûş
  85. Osman Kapan
  86. Ednan Dogan
  87. Enver Enkî
  88. Brûsk Bagok
  89. Weysel Avci
  90. Elmo Begarî
  91. Mehmet Şahîn
  92. Huseyîn Surgeç
  93. Sedat Can
  94. Roger Sozdar
  95. Niyazi Yaşar
  96. Vasfi Ak
  97. Ziya Şekir
  98. Aziz Aksu
  99. Serkeft Botan
  100. Mahmut Baril
  101. Seyrana Celad
  102. Siwar
  103. Semire Demirel
  104. Emin Aksu
  105. Roza Metîna
  106. Edip Berk
  107. Sultan Yaray
  108. Weysî Varli
  109. Weysel TIRPAN
  110. Ahmet Çelik
  111. Yaşar Eroglu
  112. Ahmet Tamîr
  113. Orhan Sakci
  114. Azad Zal
  115. Esra Sadikoglu
  116. Leylana Siddiq
  117. Aryen Mendi
  118. Mulkiye Tekin
  119. Dildar Welat
  120. Arzu Savaş Derman
  121. Suphi Soylemez
  122. Ronahî Farqînî
  123. War Botan
  124. Mehmet Veli Karadeniz
  125. M. Çiya Mazî
  126. Roj Agir
  127. Nesrîn Navdar
  128. Adîl Ercan
  129. Omer Fîdan
  130. Mehmet Devîren