Ji bo Dayika Aştiyê Bahar Bilge ku di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, li Komeleya Çanda Kurd a Freiburgê şîn hate danîn. Gelek Kurdistanî, dostên wan û nûnerên saziyan tevlî bûn. Di şînê de sersaxî ji bo malbata Bilge hate xwestin.
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşan kirin ku Bahar Bilge bi salan di nava Dayikên Aştiyê de têkoşînekî çalak meşand, tevî windahiyên giran ên tevahiya jiyana xwe de dev ji têkoşîna aştî, demokratîk û xwişk-biratiya gelan berneda.
Axaftvanan diyarkirin ku Bahar Bilge di bîra gelê Kurd de wekî yek ji nîşaneyên helwesta bi rûmet, fedakarî û berxwedanê jiyan bike û mîrateya wê ya têkoşînê ji bo nifşên nû were veguhestin.